Diyarname
Nivîskara rojnameya Hurriyetê Ayşe Arman di hevpeyvîna (2 tîrmeh 2017) ligel Şaredara Aydinê Ozlem Çerçioglu de gotibû, "Li Tirkiyeyê 81 bajar hene tenê du şaredirên jin hene. Yek jê Şaredara Entabê Fatma Şahin a din Şaredara Batmanê Ozlem Çerçioglu ye, lê divê zêdetir bana. Divê jin zêdetir di rêveberiyên herêmî de cih bigirin." Li ser vê yekê Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê û mebûsa Agirî Dîlan Dîrayet Taşdemîr nameyek ji Arman re şand. Di nameyê de pêşî sipasiya wê kir ku piştgirî dide jinan di nava rêveberiyên herêmî de û paşê wisa hat got: "Li welat ligel Hevşaredara Bajarê Amedê 3 şaredarên bajarên mezin ên jin hene. Ger em pergela hevserokatiyê bihesibînin hejmara hevşaredaran 5 e. Gultan Kişanak 30'ê adara 2015'a de wekî Şaredara Bajarê Mezin a Amedê hat hilbijartin. Bibîrxistina vê yekê me xemgîn kir, ji ber ku em serketina jinana serketina me hemûyan dibînin. Li OHAL'ê (Rewşa Awarte) bi kayyûman gelek şaredarî hatin desteserkirin, parastgehên jinan, navendên piştgiriya jinan, atolye û hwd hatin girtin, dest danîn ser saziyên wan. Jibîrxistina van hemuyan, ji bîrkirina van tunehesibandina keda jinê ye. Hêviya me ji we ew e ku hûn nebin parçeyek vê ji bîrkirin."