MÊRDÎN
Pêşhilbijartinên ku ji bo endamtiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li dar ket de, Hevserokê DTK’ê Ahmet Turk bû yekemîn.
BDP’ê ku bi armanca hilbijartina herêmî yên sala 2014’an ji bo diyar kirina namzetê xwe yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê diyar bike, bi dawî bû. Sindoqên ku li navçe û bajarê Mêrdînê hatin danîn, di pêşhilbijartinê de 3 hezar û 835 delegeyan dengê xwe bi karanî. Li nava Mêrdînê ji bo endamtiya Şaredariya BDP’ê ya Bajarê Mezin a Mêrdînê Hevserokê DTK’ê û Parlementerê Serbixwe Ahmet Turk bû yekemîn.
Pirsa Ahmet Turk dê bikaribe bibe berendam?
Ahmet Turk (Ligel Aysel Tugluk) ji ber Hevserokên DTP'ê bûn û jê îstîfa nekiribûn di 11'ê berfanbara 2009'an, dema girtina DTP'ê ji aliyê Dadgeha Zagona Bingehîn ve 5 salan cezaya endamtiya partiyên siyasî li wan hate birîn. Turk niha nikare li ser navê partiyekê bibe berendamê cihekê, encax dikare serbixwe bibe berendam. Piştî vê pêşberendamtî ger BDP'ê wî wekî berendamê xwe nîşan bide û ji gel dengan bixwaze, dê wekî serbixwe wî nîşan bide. Piştî bi dawîbûna qedexeya siyasî (ku salek kêmtir jêre maye) dê Turk bikaribe bi awayekî fermî jî beşdarî BDP'ê bibe.
Di hilbijartina herêmî ya 2009'an de ji ber ku AKP'ê Dr. Eşref Ahmet Fakibaba berendam nîşan neda, Fakibaba bi awayekî serbixwe beşdarî hilbijartinê bû û bi ser ket. Paşê ji ber qanîkirinê Fakibaba beşdarî AKP'ê bû.
Pêşhilbijartina li navçeyên Mêrdinê
Qoser
Li Qoserê 10 pêşberendam hebûn. Ji 1113 dengên hatin bikar anîn, pêşberendam Îsmaîl Asî 291 deng girtin û bû yekemîn.
Dêrik
Li Dêrikê 2 pêşberendam hebûn. Sabahat Çekintaya ji 385 dengan, 267 girtin û bi ser ket.
Nisêbîn
Li Nisêbînê Sara Kaya di pêşhilbijartinê de bi ser ket.
Dema ev nûçe hate weşandin hê encamên pêşhilbijartina li Midyad, Stewr û Şemrexê nehatibûn eşkerekirin.
Dema ew jî hatin eşkerekirin emê li nûçeyê zêde bikin.


