Yêrîwan
Nivîskar û helbestvanê kurd Çerkezê Reş ku çend roj berê wefat kiribû îro cenazeya wî hat definkirin.
Çerkezê Reş di 20'ê mehê de ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest dabû îro cenazeya wî li gundê Zvartnovs a Îçmezdînê bi merasimekê hate definkirin.
Cenazeya Çerkez Mistoyan ku bi navê Çerkezê Reş dihat nasîn bi merasimeke bi beşdariya sedan sedî hat binaxkirin. Di merasimê de rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ên li Ermenistanê dijîn jî amade bûn.
Her wiha Lijneya Rêveberiyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) peyameke weşand û wiha got: "Ji ber wefata Çerkezê Reş em gelek xemgîn bûn. Çerkezê Reş ku li Kafkasyayê û li nav kurdên Rusyayê baş dihat nasîn, bi taybetî piştî salên 1990'î di nav têkoşîna azadiya kurdan de xwedî têkoşîneke girîng bû. Digel jiyana zehmet a li Rusya û Kafkasyayê wî di saziyên kurdan de xebat kiriye û bû mînakek baş a rewşenbîrîya kurdî. Em wî ji bîr nakin û emê têkoşîna wî bilindtir bikin. Çerkezê Reş ku mirina wî em xemgîn kirin em careke din wî bibîr tînin, em ji malbata wî, hemû xizmên wî û hemû kurdên li Rusya, Kaskasya û hemû kurdan re sersaxî dixwazin."
ANF