Fermandarê Giþtî yê Meclisa Cerablusê El-Cadirî hat kuþtin
Fermandarê Giþtî yê Meclisa Leþkerî ya Cerablusê Abdulsettar El-Cadirî hat kuþtin. Du kesên ji sûîkastkaran hatin girtin.
Meclisa Leþkerî ya Cerablusê îro bi daxuyaniyek hatibû ragihandin. Abdulsettar El-Cadirî wekî Fermandarê vê meclisê hatibû ragihandin. Li gor agahiyên ku tên tê îdîakirin ku îro endamên MÎT'ê (Teþkîlata Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê) li hemberî El-Cadirî suîkast pêk anîn û di encamê de El-Cadirî bi giranî birîndar bû. El-Cadirî ku rakirin nexweþxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Tê gotin ku ji suîkastkaran du kes ji aliyê Meclisa Leþkerî ya Cerablusê ve hatine qufaltin.
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) nûçe wisa ragihand: "El-Cadir 3 saet piþtî daxuyaniyê ji aliyê sîxurên MÎT'ê ve li eniya Þêxler di encama suîkastê de bi giranî birîndar bû. El-Cadir rakirin nexweþxaneyê, lê tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Piþtî êrîþê 2 sîxurên MÎT’ê ku rola wan di suîkastê de heye ji aliyê Meclisa Leþkerî ya Cerablusê ve hatin girtin. Hate fêrbûn ku lêpirsîna herdu endamên MÎT’ê hatiye destpêkirin. Çav li rê ye ku Meclisa Leþkerî ya Cerablusê wê di saetên pêþ de têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide."