Diyarname
Fîlmê 'Mûsayê Bêgopal' yê derhêner Aydin Orak ku li ser jiyana rewşenbîrê kurd Musa Anter (Apê Mûsa) hatiye kişandin îro ket vîzyonê. Fîlm bi sembolan dadikeve nav jiyana Apê Mûsa.
Aydin Orak lîstikvan û derhênerekî kurd e. Wî heta niha di gelek lîstikên şanoyê de lîstiye, di hinan de jî her lîstiye hem jî derhêneriya wan kiriye. Ew karên xwe yên şanoyê di bin banê "Teatra Avesta" de didomîne. Her wiha Orak bi sînemayê re jî eleqedar e. Heta niha wî hin kurtefîlm, belgefîlm kişandibûn niha bi yekem fîlmê xwe yê metrajdirêj li pêşberî temaşevanan e. Fîlmê wî 'Mûsayê Bêgopal' ku îsal beşdarî Festîvala Fîlman a Stenbolê jî bûbû îro li hin bajarên Tirkiye û Bakur ket vîzyonê. Fîlm kîteyên ji jiyana Apê Mûsa pêşkêş dike ku navê xwe jî ji wir girtiye. Di fîlm de tizbî, pênûs, dextîloyê Apê Mûsa her yek wekî lîstikvanekî cih digirin. Lewre fîlm bi ser sembolan re didome. Her wiha sê zarokên Apê Mûsa jî rol girtine ser milên xwe. Her wiha lîstikvanên wekî Turgay Tanulku, Aydin Orak, Selamo, Murat Toprak jî lîstine. Fîlm ne bi ser karakterekî sereke re, bi ser obje yan jî çîrokên cuda re, bi metaforan pêşdikeve.
Musa Anter ku gotibû ez "Şahidê zindî yê 55 salên Tirkiyeyê me. Ne tenê şahid, diheman demê de bersûc û mehkûmê van 55 sala me" di sala 1992'yan de li Amedê ji aliyê kontrayan ve hat qetilkirin. Niha kîteyên ji vê şahidiyê di fîlmê 'Mûsayê Bêgopal' de derdikevin pêşberî temaşevanan.
Fîlm li van bajar û van salonan tê nîşandayîn:
Stenbol
Altunizade: Capitol Spectrum 14
Bayrampaşa: Coşkun Sabah
Beyoğlu: Beyoğlu
Sarigazi: Moviegold Cınetech
Mall Of İstanbul
Kartal: Vizyon
Etiler: Akmerkez Cınemapınk
Haramidere: Cınetech Torıum
Kadikoy: Rexx
Enqere
Salona Buyulu Fener Kizilay
Bursa
Salona Cinetech Korupark
Mêrsîn
Salona Cep
Eskişehir
Salona Kanatli Cınem Pınk
Îzmîr
Salona Karaca
Amed
Salona Şehir Sinemasi
Agirî
Salona Haspark
Batman
Salona Yilmaz Güney
Mêrdîn
Salona Sînemardîn
Mûş
Salona Sîneport