Diyarname
Kurdî-Der ku li bajarên kurdan û Tirkiyeyê xebata xwe dike niha dê li Îzmîrê jî şaxa xwe veke.
Kurdî-Der komeleyeke kurdan e ku li ser kurdî xebata xwe didomîne. Kurdî-dera ku navenda wê li Amedê ye heta niha li gelek bajar û navçeyan şaxên xwe vekir. Niha jî dê li Îzmîrê şaxa xwe veke. Vekerina şaxa Kurdî-Dera Îzmîrê dê roja 23'yê vê mehê bi merasimeke vebe.
Li bendê ne ku mebûsên kurd, nûnerên saziyan û beşek ji kurdan beşdarî vekirinê bibin. Her wiha di merasima vekirina komeleyê de dê koma muzîkê û koma govendê ya NÇM'ê jî hunera xwe pêşkêş bike.
Ji bo kesên eleqedar:
Navnîşan: 806. Sok. No: 40 Agora / ÎZMÎR
Dem: 23 gelawêj
Saet: 16.00


