Diyarname
Kemanjen, hostayê gotinê, hunermend Silo Qiz 3 sal berê, roja 14'yê berfanbara 2019'an li Dêrsimê canê xwe ji dest da. Li ser wî berê jî belgefîlm hatibûn çêkirin, niha belgefîlmekî din li ser wî hat çêkirin û belav kirin.
Belgefîlmê niha ji aliyê hunermerd Ferhat Tunç ve hatiye amade kirin. Tunç ji bo salvegera mirina wî belgefîlm îro bi ser kanala xwe ya Youtube re belav kir.
Tunç di sala 2018'an de çûbû mala wî û ligel wî hevdîtin çêkiribûn. Hunermend Tunç ji wê hevdîtinê û agahiyên din belgefîlm saz kiriye. Belgefîlmê 20 deqîqeyî ye û li ser hesabê Ferhat Tunç hatiye belavkirin.
BELGEFÎLMÊN DIN
Wekî din jî li ser Silo Qiz belgefîlm hatin kişandin. Yek ji wan ku di nav van belgefîlman de hinek din derdikeve pêş, belgefîlmê derhêner Bulent Boral e. Boral di sala 2013'yan de ev belgefîlmê 38 deqîqeyî li ser Silo Qiz kişandibû û belgefîlm li gelek festîvalan jî hatibû nîşandayîn.
Yên bixwazin dikarin van belgefîlman temaşe bikin.
Ji bo belgefîlmên ku Ferhan Tunç kişandiye:
https://www.youtube.com/watch?v=6wevtkxUfMk
Ji bo belgefîlmê ku Bulent Boral kişandiye:
https://www.youtube.com/watch?v=kptsWZm3c_g
***
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com