Diyarname
Rojnamegerê navdar Savaş Ay li nexweşxaneya ku ji ber qansêra qirikê dihat dermankirin wefat kir.
Rojnameger Savşa Ay di 26'ê adara 1954'an de li Entabê hatiye dinê. Wî Akademiya Zanistên Bazirganî ya Marmarayê xwendiye û di sala 1974'an de li rojnameya Dunyayê dest bi rojnamegerî kiriye. Di 39 salên xwe yên rojnamegerî de li rojname û tv'yên wekî Tercuman, Vatan, Milliyet, Sabah, Akajans; televîzyonên wekî Atv, TGRT, Kanal D, Kanal 6, Show TV, Flash TV, Star TV û Kanal 1 de xebitiye. Bernameya wî ya bi navê A Takimi bi salan li ser ekranê bû dengê gelek kesî.
Ay ev 15 sal bûn ji ber qansêra qirikê dihat dermankirin, lê di dawiyê de li hemberî nexweşiya giran bi ser neket. Ay 9'ê mehê li nexweşxaneyê di encama sekinîna dil de wefat kir.
Savaş Ay ligel rojnamegeriya xwe, bi sekna xwe ya demokrat jî di nav civaka rewşenbîr de cihê xwe girt. Di sala 1999'an de di şeva Komeleya Rojnamegerên Magazînê de hin hunermendên faşîst êrîşê Ahmet Kaya kirin de Savaş Ay ji wan kêm kesan bû ku çû cem maseya Kaya û ew parast. Ay li ser wê şevê di bernameyeke televîzyonê de wisa gotibû: "Ligel ku min û Ahmet Kaya em ji hev xeyidî bûn jî, ez çûm cem maseya wî, min jî kêr û kefçî girtin em ketin parastinê. Li pêşiya me parêzvanan ji mirovan dîwarek çêkiribû, nedihiştin kes bi ser me de bê, lê ji wî alî ve kêr û kefçî, wekî tîran bi ser me de diavêtin."


