Ergun Babahan
Di serî de ger tu bi çavê muxtarên li Qesrê kom dikî li rêberên Amerîka û welatên rojavayî binêrî dê kes te cidî negire. Di dema ku YPG'ê bi şervanên xwe yên jin derbeyek mezin li DAIŞ'ê dabe û bajarê Şeddadî bi dest xistibe, tu rabî manşeta "Belgeya tifaqa veşarî ya PYG û DAIŞ'ê" di rojnameya mezin a çapemeniya Qesrê Sabahê de biweşînî dê henekên xwe bi te bikin.
Rusya ji Kirimê heta Ermenistanê li her derê leşkeran û amûrên leşker^idide ser hev ku amadehiya pevçûnê dike, ligel ku dizane dê Neteweyên Yekbûyî qebûl neke jî serî lê dide û bi vê yekê di qada navneteweyî de bingeha pevçûnê amade dike.
Tê îdîakirin dema Osmanî heta ber derî hatibû jî keşeyên Bîzansê li ser cinsiyeta melekan nîqaş dikir. Eynî wekî vê, di rewşek wisa de tekane derdê AKP'ê pergala serokdewletî ye.
Li ber çavê Rojavayiyan, bi taybetî li ber çavê rêveberiya Obama qîmeta mezin a Tirkiyeyê ew bû ku welatek misilman bû û xwedî nirxên demokratîk û laîkî bû. Di dema ku Erdogan dixwest vê mînakê li hemû erdnîgariya Mislimanan bike serdest, lê Erdoganî pişta xwe da van her du rêgezan. Dema ku wisa kir qîmeta wî nema..
Kurdên Sûriyê qadê bi dest dixin, hêzên ku ev welat piştgirî dide wan bi hevkariya Amerîka-Rusyayê derbe dixwin, di demek wisa de ev welat çawa dikare ew qas bikeve nav metirsî û çawa dikare ehmeqî bike!
Tirkiyeya ku di sala 1998'an de ji bo Abdullah Ocalanî ji Sûriyeyê derxe ferman dida û li qada navneteweyî piştgirî digirt lê îro her hefte xêzek din a sor radigihîne, hatiye wê astê. Ji vê mînakê xweştir tu tiştek nikare nîşan bide ku ji sala 1998'an û vir ve çawa li qada navneteweyî bawerî, ewlehî û îtîbara wê daketiye.
Tiştê ku rêveberiya AKP'ê nabîne ev e: Ji aliyê Washingtonê ve we guh nedaye hişyariyên rêveberiya Obama, îro we welatê ku carinan dost, carinan neyar nîşan daye kiriye wekî şeytên. Hûn bûne nûnerê xeta ku heta qirikê di nav karên nelirê de winda bûye, we hiqûq ji holê rakiriye.
Ji bo Almanyayê tekane qîmeta we hêza we ya ku penaber li vir dane rawestandin e. Wekî din dinya alem dizane ku welatek li nava xwe di nav şerek navxweyî de be kes vîzeyê ji holê ranake; bêyî pirsgirêkên xwe bi rêyên demokratîk çareser bike derî jêre venake.
Li holê qebedayiyek nav vala heye ku tenê li hemberî gelê xwe dengê xwe bilind dike, ji ber hebûna Rusyayê li hemberî pêşketinên kurdên Sûriyê yên di pêşengiya YPG'ê de xêza xwe ya sor heta Azezê bi paş ve kişandiye. Ger li quncikên rojnameyan şer bihata bi dest xistin niha Tirkiye dê biba împaratorê dinyayê.
Sibê li paytextên welatên Rojava dê pirsa di şevekê de 2000 îslamparêzên radîkal we çawa derbasî Sûriyeyê kirin derkeve holê. Dê li ser bê axivîn ku ji ber rawestina aqilê Tirkiyeyê çawa ev der bûye Pakistana mîlîtanên olperest.
Tirkiye êdî ne parçeyek çareserkirina pirsgirêkên li herêmê ye, ye ji sedema jî ev e. Tirs an nefreta ji bo kurdan bûye sedem ku pevçûnên dijwar derên, êdî bûye ku aştî ne mimkûn e.
Li bakurê Sûriyeyê li hemberî DAIŞ'ê jî, li Nusrayê tekane hêza xurt ku şer dike hêza kurdan e.
Bi piştgiriya hewayî ya ji Amerîka û Rusyayê bi awayekî bi lez qada xwe berfireh dikin. Amadekirayên Rusyayê ew ku zor bide Tirkiyeyê ku bikeve Sûriyeyê.
Di senaryoyek wisa de ku NATO ji dûrve dê tenê bişopîne, ev senaryo bi awayekî fiîlî dê bibe sedema parçebûna Tirkiyeyê. Wekî Henri Barkey dibêje ji bo Tirkiyeyê senaryoyek baş nema.
ergunbabahan@ozgurdusunce.com
22.02.2016, Ozgur Duşunce
Wergera ji bo kurdî: Diyarname


