Diyarname
Di nîv fînalê yên Lîga Şampiyonan û Lîga Ewropayê de pişke hat kişandin û reqîb diyar bûn. Pişke li bajarê Nyona Swîsreyê hat kişandin.
Lîga Şampiyonan
Ji bo nîv fînala Lîga Şampiyonan ku Real Madrid, Atletico Madrid, Monaco û Juventus heta vir hatibûn pişke hat kişandin. Di pişkeyê de derbiya Spanyayê derket holê, ji ber ku Real Madrid û Atletico Madrid bûn reqîbên hev. Her wiha Monaco û Juventus jî rastî hev hatin.
Maçên yekemîn di rojên 2 û 3'yê gulanê de, maçên duyemîn 9 û 10'ê gulanê de dê bêne lîstin. Her du tîmên bi ser bikevin roja 3'yê pûşperê dê li bajarê Cardiff a Gallerê fînalê bilîzin.
Lîga Ewropayê
Di Lîga Ewropayê de jî Olympique Lyon, Ajaks, Celta Vigo û Manchester United (MU) hatibûn nîv fînalê û di nîv fînalê de reqîb diyar bûn: O.Lyon û Ajaks, Celta Vigo û MU bûn reqîbên hev.
Maçên yekemîn dê roja 4'yê gulanê, maçên duyemîn roja 11'yê gulanê dê li dar bikevin. Her du tîmên bi ser bikevin dê roja 24'ê gulanê maça fînalê bilîzin. Îsal maça fînalê ya Lîga Ewropayê li Friends Arena ya li Stockholma Swêdê tê lîstin.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
- Li Stenbolê penaltiyan gotina dawî got