Diyarname
Li Amed, Stenbol û Edeneyê bi coşeke mezin mîtîngên aştiyê li dar ketin. Vane agahî:
Amed:
Li Amedê bi beşdariya dehezaran Mîtînga Aştiyê li dar ket. Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk di axaftina xwe de got:
"- Em wekî DTP'ê bi dilekî germ silavê li we dikin. Em aştiyê dixwazin. Bi sedhezaran aştî dixwaze. Divê dinya guhê xwe bide vî dengî.
-Heta zilma ku li kurdan hatiye kirin dernekeve holê Ergenekon dernakeve holê.
- Bila Meclisa Avakar bê avakirin û em pirsgirêka kurd nîqaş bikin. Emê wê çaxê bibînin kî şer dixwaze, kî aştî."
Di mîtîngê de Berdevkê Însiyatîga Aştiyê ya Tirkiyeyê Prof. Dr. Cengiz Gulez axaivî.
Piştî axaftinan hunermend Bulent Turan û Koma Azad konser pêşkêş kir, peyam hatin xwendin.
Stenbol:
Li Stenbolê bi dehezaran kes li Îskeleya Kadikoyê hatin cem hev û bi diruşmên aştiyane, bi govend û stranan dengê xwe yê aştiyane bilind kir.
Di mîtîngê de Hevseroka DTP'ê Emine Ayna axivî û got:
"- Erdogan Batman û Amedê dixwaze. Ev gel cihê ku bi bedelan bi dest xistine dê teslîmê kêsên ku çêran li wan dike neke.
- Pirsgirêk pirsgirêka înkara nasnameya kurdî ye. Şerê 30 salan wekî encama vê derketiye. Em êdî ji dewletê ne li benda çareseriyê ne. Êdî ne DTP, ne çepgirên Tirkiyeyê ji dewletê ne li benda çareseriyê ne."
Li ser navê Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê Aydin Çubukçu, her wiha Serokê Giştî yê ODP û mebûsê Stenbolê Ufuk Uras, Serokê Giştî yê KESK'ê Sami Evren axivîn. Di mîtînga ku mebûsên DTP'ê Osman Ozçelik, Sirri Sakik, Sebahat Tuncel, Bengin Yildiz, Pervin Buldan, Hasip Kaplan amade bûn de hunermend Çetin Oranar, Koma Çiya û Koma Vardiya bi muzîka xwe çoş da gel.
Edene:
Li Edeneyê jî gel ji bo mîtînga aştiyê li Meydana Îstasyonê bû. Li ser navê Komîteya Amedekar a Mîtînga Aştiyê ya Edeneyê Guven Boga axivî, da zanîn ku AKP li hemberî aştiyê astengek e. Mebûsên DTP'ê Selahattin Demirtaş, Fatma Kurtulan, Îbrahim Bilici, Şerafettin Halis, Nezir Karakaş, mebûsê berê yê DEP'ê Selim Sadak û şaredarên DTP'ê beşdar bûn.
(Dema ev nûçe hate weşandin li Edeneyê mîtîng berdewam dikir)
Her wiha navenda giştî ya DTP'ê jî ji bo 1'ê Rezberê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyaneme bi nivîskî weşand û got: "DTP ji bo sazkirina aştiyê li welat û li herêmê amade ye ku her berdêlê bide. Em bang li hemû her kesê pejinkar dikin ku têkoşîna xwe ya aştiyê di bin sîwanekê de kom bikin û têbikoşin."