• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Wêjeya tunebûnê

Dîrok : 23 06 2010 | Beþ :

Serbest

Fêrgîn Melîk Aykoç

Wêje mijareyeke berfireh e. Piraniya xwendevanên kurdî wateya wê dizanin. Zanîna ez dizanim bê min û çend kesên din her kes di vî warî de pispor e. Dibe ku ev jî tenê dirûveke me kurdan be. Hûn dikanin jê re “wêjeya zanînê” jî bibêjin. Min got ya; wateya wêjeyê berfireh e, hima kîjan peyv hat bîra we, peyva “wêjeyê” li pêþiya wê peyvê bi cih bikin, aha ji we re cureyeke wêjeyê. Ezê jî li ser “wêjeya tunebûnê” rawestim. Ev wêje di nav me kurdan de gelek pêþketiye. Zanîna ez dizanim, di vê wêjeyê de li cihanê em yekemîn in. Ev jî hunerekî û serkeftinekî ye. Bijî wêjeya tunebûnê!

Vê wêjeyê li gundan û bajaran dest pê kir

Ji ber egerên tên zanînê, ango ji sedemên polîtîka perwerda dagirkeran, bi hêla wan ve çewisandin, tunekirin, talankirina welêt, cih û warê me, biçûkxistin û pelçiqandina mêjiyê me, di her warî de em ji me dizînê, di nava gelê me de wêjeyeke wiha rûniþtiye.  Ev wêje li bajar û gundan di mala bavan de dest pê dike. Ango berê ku zarokên gelên din hînê axaftinê bibin, em hînê vê wêjeya tunebûnê dibin.
Mirov çi ji gundiyan bixwaze, gava nekeve serê wan, hebe jî, wek pepûkan stûyê xwe xwar dikin, bi awayê belengazên bêhêvî dibêjin; “Bi gora þêx X.. Bi gora bavê min… tune.
Carê em du zarok di ber bostanê camêrekî(!) re derbaz dibûn, me lê nêrî ku mêwên xiyaran bi xiyaran xemilîne. Me ji wî re got: “Apo çi dibe? Ji xêra dê û bavê xwe, me her yekî xiyarekî bide me!” Wî li navenda çavên me mêze kir, stûyê xwe xwar kir, bi wî rûyê spî derew kir û got: “Bi gorna bavê min çêjikekê xiyar jî tê de tune!” Ango em di dema zaroktiyê de hînê peyva.. Bibexþînin, hînê wêjeya tunebûnê dibin.
Dema ev kesên di zarokatiya xwe de hînê wêjeya tunebûnê dibin, hinek hibrê dalêsin, di ber zeviya rewþenbîrî re derbaz bin, ji gundiyan çêtir bi awayekî zanistî wêjeya tunebûnê bikar tînin.
Lema camêran geh gotin; “Alfabeya kurdî tune!..”
Geh gotin; “Muzîka kurdî tune!...”
Geh gotin; “Dîroka kurdî tune!...”
Geh gotin; “Zimanê kurdî tune!...”
Niha jî dibêjin; “Romana kurdî tune!..”
Dibe ku hûnê bêjin; “Kê gotiye û dibêje?”  Tirkan got?  Faris û ereban got? Kurdan got?
Ji ber ku bi salan e, ez serê xwe bi rêzimana kurdî re diêþînim. Min di dehan qursan de dersa rêzimana kurdî daye berendamên mamosteyan, bi camêrên têkildar re bi nîqaþan kerikên guhan peqandiye. Ez li ku rûnim, civata li dor min li ser mijarên ziman tiþtan ji min dipirsin. Çend caran hin kesên akademîker (!) ji min re gotin:
“Mamoste hûn çima alfabeyeke kurdî çê nakin, alfabeya her zimanî heye, lê alfabeya zimanê me tune!”
Min ji wan re got: Be camêrino, gorbihuþt M. Celadet Bedirxan ev mijar çareser kiriye. Bi wê alfabeyê, bi hezaran pexþan, helbest, bi sedan çîrok û roman hatine nivisandin, bi salan e bi wê alfabeyê ders tê dayîn, ma te nebihîstiye û nediye? Bes e, va bû çend car hûn vê wêjeya tunebûnê di nava çavên min de lêdixin.
Bi dehan romanên kurmancî derketine.

Ma çikê pirtûkên H. Yusiv ji yên O. Pamuk kêmtir e? 

Bi aliyê tevna xwe, û ziman ve ji romanên cihanê ne kêmtir in.
Wekî mînak:
Çikê romana Helîm Yusiv “Gava ku masî tî dibin” ji romanên Orhan Pamûk kêmtir e?
Ma venivisandinên di nava romana Mîr Qasimlo ya bi navê “Giyanên bahozî“ de  ji romanên tirkan kêmtir e?
Kîjan nivisakrên cihanê mijareyeke wekî mijareya romana min ya bi navê “Siya dema borî” bikaraniye? (bibexþînin, min behsa romana xwe kiriye. Lê divêtiyekê bû.)
Bêguman, bi aliyê hin kesan ve were ecibandin û neyê ecibandin jî, romanên hemû nivîskarên kurd, romanê birêz Bavê Nazê jî di nav de, li gor xwe, bi kêmasiyên xwe ve xwediyê nirxên giranbiha ne. Ez bawer dikim, tenê tiþtekî me kêm e; ew jî; em ne tirk, ereb û faris in, me bi zimanê wan nenivisiye, me bi zarava soranî jî nenivisiye. Lema em li ber pêla wêjeya tunebûnê ketine.
Sedemên bikaranîna “wêjeya tunebûnê” bêguman ne tenê ew egerên min li jor destnîþankirine  ne. Rêzdar Ehmedê Huseynî û Perwîz Cihanî ev mijar bi berfirehî zelalkirine. Lema ez zêde neketim nav. Lê hin sedemên din jî hene, mirov dikane wiha rêz bike:
2 – Gelek camêr hin tiþtan di xwe de didin dest pê kirin. Ji bo ku bikanin vê nêrîna xwe bidin pejirandin, berê bi “wêjeya tûnebûnê” wê valahiyê destnîþan dikin, dixwazin bidin zanîn ku ew çi mezinahiyê dikin. Li pey wê jî dibêjin; “belê tune, lê ez heme, ha! Tenê min bibînin!” Gelek caran jî bi giyaneke tehdîtî û berketinê wêjeya tunebûnê derdixin pêþ. Wek mînak, Bavê Nazê wiha dibêje: “Nêrîna min a ji bo romana kurdî pir hiþk e. Romana kurdî wekî têgehek, wekî berhemeke edebî mixabin tune ye.”
“De gulê were tûyan!“
3 – Dema hin kesayetî derdikevin hember kamera, teyb û mîkrofonan dest û lingên wan li hev digerin. Gumanên wan ên, wê dagirker, yan jî nandêrên min çi bibêjin, wan dixe nava wêjeya tunebûn û înkarê. Em der û doran, yan jî beþekî kurdan (bi taybetî kurmancîaxêvan) diêþînin. Dilê nandêr û dagirkeran jî þa dikin.
4 – Bêguman sedemekê jî êrîþên li ser kurmancî ne. Tê zanîn ku dema li baþûrê Kurdistanê destûra perwerda bi kurdî hat dayîn, dagirkerên tirk nehîþtin ku kurmancî bibe zimanê serdest. Lema ez vê nirxîna rêzdar Perwîz Cihanî rast dibînim:
“…Li baþûr hind li ber te xwendine ku kurmancî tune ye, tu ji xwe û hebûna xwe jî ketiyî gumanan. Ev nexoþiya xwebiçûkbîniyê, îro berestûya gelek ji berpirs û payedarên baþûrê girtiye û ew ji bo berjewendîyên xwe yên malî, amadene ji hemû îmkanên kurdî û kurdewariyê dest bikiþînin. Gelo Bavê Nazê û berpirsên me yên baþûr çima wisa li ser dilê dijminan diaxivin…”
Divê em kurd êdî dest ji vê wêjeya tunebûnê xwe û wêjeya xwe biçûkxistinê  berdin, hinek jî li heyî û hebunên xwe binêrin. Em wan berz bikin, bi cîhanê bidin pejirandin ku cihan jî li ser me wêjeya tunebûnê bikar neyne. Wekî mînak: Melayê Cizîrî deh hebên wekî Dante ji bêrîka xwe derdixe, lê li cihanê tu kes wî nas nake. Ew di nava wêjeya me ya tûnebûnê de winda ye. Yanê gava tu xwe tune bihesibînî, ne dost, ne jî dijminê te hebûna te dipejirîne. Ev wêjeya tunebûn, yan jî pepûkbûnê mala me xira kiriye.

Rexnegirî

Rexnegirî, bi kurtî hunera nirxandin, ji hev cudakirina fakt û hemanan e. Kesan yan jî mijare û diyardeyan di serada pirs û bersivên erênî û nerênî re derbazkirine. Di felsefeyê de rexnegirî; alava rastiya hêmanên zanyariyê pirsîn, hûrkolîn û darezandine.
 Gelek cureyên rexnekirinê hene.
1) Abolitionistive kritik: Li gor ferhengan “abolition” tê wateya ji holê rakirin, bêlayan kirin, çewsandinê. Ev awa rexnegirî ji bo têkbirin, kuþtinê tê bikaranîn. Helwesteke dijminî ye.
2) Positive kritik: Ev rexnegiriyeke erênî ye. Tê de pesindayîn, danasîn û pejirandin heye.
3) Negatîve kritik: Nav li ser e. rexnekirineke nerênî ye.
4) Konstruktive kritik:  Rexnegiriyeke çêkirinê, xurtkirin û baþkirina mijare û kesan e.
5) Destruktive kritik: Ev jî çamûr avêtin, reþkirin û biçûkxistin e.
Rexnegir berhemê biecibîne, neecibîne, divê objektîv be, li cihên hestên xwe li gor zanyarî û pêdiviyên rexnegiriyê nêzîkê mijarê bibe. Divê aliyên erênî û nerênî li gor prensîbên estetîkî wisa were zelalkirin ku mirov bikane di þehîn û pîvanê de birûberîne û wêneyê rastiya wê berhemê bibîne.
Li ba me em rewþ gelek cuda ye. Rexneyên me yên li ser berhemên dost nas û hevalan, yan jî koma hawirdor / îdeolojîk tenê positiv krîtîk e, yanê rexnegiriyeke erênî ye. Lê li hemberê yê din jî destruktiv, abolitionistive krîtîk e, yanê rexnekirina tunekirinê ye.
Divê zimanê rexnekirinê konstruktiv, yan çêker be, ne ruxandêr be. Lê mixabin ku em ji vê rastiyê dûr in. Lema em hev diêþînin.
Di gundê me de kalekî hebû, tim ji me ciwanan re digot: “Kurê birê kerê”.
Min rojekê ji wî pirsî û got: “Xalo tu çima ji me re rasterast kurê kerê nabêjî, kurê birê kerê dibêjî?”
Wî jî wiha bersiv da, got: “Kuro hûn ciwan in, xeþîm in, gava ez rasterast bavê we têkim, ker, dibe ku dilê we biêþe û hûn ji min re gotinên tehl bibêjin. Bi vî awayî hem dilê we naêþînim hem jî sûlala we bi tevahî dikim ker!”

Meseleya biçûkdîtinê

Ango di rexnegiriyê de ziman û lêbangî (hîtap) hemana herî bingehîn e. Peyvên wekî “beredayî, xayîn, ne tiþt û hwd.” Tenê mirovan piçûk dixe, dil diêþîne, reþkirin e. Wekî mînak ev hevoka birêz Î. Seydo Aydogan ya li ser Mîr Qasimlo ne xweþ e. “…hê kesek wî nas nake, lê diyar e ku cirra wî gelekî nexweþ e. Wî jî digot ku Firat Cewerî tiþtin ji wî dizîne.” Ango di vir de piçûk dîtin heye, hembajariyê xwe parastin heye. Wî dikanibû ev hevok bi awayekî nerm birista, dibe ezmûnê yekî zêde, yê yê din kêm be, lê kes ji kesî mezintir û baqiltir nîn e. Li aliyê din hevok jî þaþ e. “wî digot” tê wê waneyê ku Mîr Qasimlo çûye cem Î. Seydo û ji wî re çend caran gotiye! Kanê kûrahiya “medyatîfa” te?
Divê rexnekirin ne li ser bingehê xwe mezinkirin, yê hember jî biçûkxistinê were avakirin. Rexnegiriyeke wisa pirr xirab e.
Dîsa di nava rexnekirin, yan jî þirova rexnekirinê, di hevpeyvînan de behsa xwe û mezinahiya xwe jî kirin ne baþ e.  Birêz Î. Seydo wiha dinivîse: “… Weke ergatîf û medyatîfê. Li gora min, kesê ku li teza min nenêrîbe û gramerekê binivîsîne, gramera wî dê tije çewtî û kêmanî be….” Min di paragrafên pêþiyê de nivisiye ku ez jî ji rêzimana kurdî têdigihîjim û li ser wê gelek xebatên min jî hene. Bêguman hîn hemû pirsgirekên rêzimana kurdî çareser nebûne. Ne tenê birêz Î. Seydo gelek kesen din jî li ser mijara rêziman radiwestin. Min berhema birêz Î. Seydo nexwendiye, lema ez niha nikanim tiþtek li ser wê bibêjim. Hêvî dikim ku çawa nivîsiye wisa be. Lê divê hevokê de ji agahiya li ser xebata wî zêdetir pesnaxwedayîn heye. Di wê hevpeyvînê de çêndî caran mijara zanîngeh û zanyariya wî derdikeve pêþ, bêguman wî ev ji bo pejirandindayîna dîtinên xwe bikaraniye.
Divê mirov berê romanekê bixwîne, naveroka têbigihîje, dû re li ser wê bipeyive, yan jî di þibandin û rûberandinan de navê wê bikar bîne. Bêguman dîtinên xwe yên erênî û nerênî jî li ser bibêje. Birêz Î. Seydo wiha dinivîse: “Bi dû re, ev polemîk di romana Fêrgîn Melîk Aykoç ya bi navê ‘Siya Dema Borî’ de jî bû mijar. Yanî, wekî ku Helîm Yûsiv li ser nivîsandiye “romanek li ser rexnekirina romanê.” Ev tê wê wateyê ku wî ev roman nexwendiye. Tenê nirxandineke li ser wê xwendiye. Lê dîsa jî ji bo peyitandina dîtinên xwe bikaranîye. Ev awa ne rast e. Gelo ew ê ji wê romanê heman wateyê bixwîne?
Her çendî wî romana min a dawî nexwendibe jî, ew di wê hevpeyvînê de navê me çend nivîskaran bi kar tîne û li pey jî dinivîse/dibêje: “Lê belê, nivîskarên me ji çavekî xwe kor in û bi çavekî tenê li civatê dinerin.” Gotin digihîje kî û kê gelek zelal e. Ev ji rexneyê wêdatir, êþandin e. Gava ez jî zimanê wî bikar bînim, wê nebaþ be, lewma ez ê tenê bêjim: “Tiþt nabe, hê ciwan e, wê hînê etîka lêbangiyê bibe!”
Min hin rexneyên wî yên li ser romanan xwendine, lema ez di wê baweriyê de me ku birêz Î Seydo Aydogan ji rexnegiriyê têdigihîje. Lê lêbangî (hîtap) û zimanê wî hîn bi serhiþkiya ciwaniyê ye, tenê mirovan diêþîne. Di rexneyên wî de piçek þanaziya xwe mezindîtinê jî heye. Dibe ku ez þaþ bixwînim, hinek jî heremparêzî lê heye. Eger ev werin sererastkirin, wê rexneyên wî çêker be.

 

capanik51@hotmail.de

***

Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weþandin:

 

- Þerzano! Ciwanê ber dilan
- Newroz ji bo kê çi bû
- Eksperîmenteke wergerê
- Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere

- Ceylanê Xifþê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?

- Nivîskar û bêlayanî

- Niviskar û Yazar
- Rewþenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Miþko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weþanxaneyên kurdan

- Þîrîn yan Þêrîn û rexneyên Zanyarekî Pispor

- Þîrîn yan þêrîn?

- Mehîra rewþenbîrî

- Ziman û Têgînên Futbolê

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji girtîgehê derket

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji...

11 08 2022

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur kir

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur...

10 08 2022

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

08 08 2022

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam gotin wekî ajotina erebeyê ye”

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam...

03 08 2022

Ev jî hene

REWÞA ABDULLAH DEMÝRBAÞ

REWÞA ABDULLAH DEMÝRBAÞ

14 08 2011

Nivîskar-weþanger Ragip Zarakolû ji girtîgehê nameyek þand

Nivîskar-weþanger Ragip Zarakolû ji girtîgehê nameyek þand

03 11 2011

Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de

Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de

23 11 2008

Gotina Hefteyê:

Gotina Hefteyê: "Tirkiye nizane çawa nêzî vê meseleyê bibe"

15 05 2012

Di 6 pirs û bersivan de Mîrîtiya Soran û Mîr Mihemed

Di 6 pirs û bersivan de Mîrîtiya Soran û Mîr Mihemed

21 07 2016

Nivîsên Nû

Zekî OZMEN

Hemal

Zekî OZMEN

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eþqê û welatperweriyê

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji þaxêt beranan

Omer Dilsoz

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

Helîm YÛSIV

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname