MÊRDÎN
Hunermend Hozan Dilgeş ku 2 roj berê li Ewropayê wefat kiribû îro li gundê xwe hat definkiri.
Hozan Dilgeş 12'yê mehê li Ewropayê wefat kiribû. Cenazeyê wî anîn gundê wî Fisqîna Nisêbîna Mêrdînê û li wir li gor adetên êzîdiyan hat definkirin. Cenazeyê Dilgeş bi balafirê anîn Balfirgeha Mêrdînê û ji wir bi konvoya ku bi dehan erebe lê hebû birin gund. Cenaze li gor adetên êzîdiyan hat definkirin. Kekê Dilgeş, Fevzi Yildirim, Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Ali Atalan, endamê Komîteya Gel û Baweriyan ê KCD'ê Huseyin Bariş, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajêr û navçeyan û gelek hezikiriyên Dilgeş beşdarî merasîma definkirinê bûn.
Li ser gor kekê Dilgeş Yildirim axivî û got ku birayê wî bi newayên xwe ji bo gelê xwe têkoşiyaye, ew bi hesreta xaka xwe bû, tenê armanca wî ew bû ku li Kurdisatneke azad û demokratîk jiyana xwe bidomîne.
**
Nûçeya eleqedar: