Diyarname
Tîma mezin a Spanyayê Real Madrîdê îro tîma Espanyol têk bir û berî lîg bi dawî bibe bi 4 hafteyan şampiyoniya xwe ragihand.
Real Mardîd di bin rêberiya Carlo Ancelotti de îsal di La Lîgayê de rewşa wê gelek baş e. Di Lîga Şampiyonan de jî di nîv fînalê de ye. Tîmê îro li mala xwe Barnebeu tîma Espanyol kir mêvan û bi 4-0 bi ser ket. Di deqîqeya 33 û 43’yan de Rodrygo du gol avêtin û encama nîveka yekemîn diyar kir.
Di nîveka duyemîn deqîqeya 55’an de Marco Asensio derket ser dikê û di deqîqeya 81’ê de kaptan Karim Benzema encam diyar kir: 4-0.
Bi vê encamê di dawiya hefteya 34’an de Real Madrid gihîşt 81 pûanan û berî lîg bi dawî bibe bi 4 hefteyan şampiyoniya xwe ragihand.
Di lîgê de Barselona bi 66 pûanan di rêza duyemîn de ye.