Diyarname
Lîstikvanên Hollywoodê, jin û mêrên navdar Angelina Jolie û Brad Pitt ji bo alîkariyê mîlyon dolarek dan.
Ji bo alîkariya pakistaniyên ku ji ber şîdetê ji cih û warên xwe bûne Jolie û Pitt mîlyon dolarek pere dan. Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ev pere girtin, dê ji bo wan mirovan bikar bînin.
Komîseriya Bilind a Penaberan a NY'ê ji bo alîkariya wan sipasiya xwe pêkêşî Weqfa Jolie-Pitt kir.
Komîserê di daxuyaniya xwe de got ku ji ber pevçûnên di navbera leşker û mîlîtanên Talîban de derketiye îsal 2 mîlyon pakistanî ji cih û warê xwe bûye.
Angelina Jolie di sala 2001'ê de wekî nûnera qasidbaş a NY'ê hat hilbijartin û di sala 2005'an de jî ew çûbû serdana penaberên li Pakistanê.