Diyarname
Belgefîlmê bi navê ‘Casime Celil - Jiyana Rewşenbireki Kurd’ ku li ser jiyana Casimê Celîl hatiye sazkirin di çarçoveya Documentaristê de îro tê nîşandayîn.
15’emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist heta 30’yê mehê didome. Di vê çarçoveyê de nîşandayîna belgefîlman û çalakiyên din jî bi vî awayî didomin. Di nav bernameya îro de belgefîlmekî bi kurdî heye “Casime Celil - Jiyana Rewşenbireki Kurd”
Belgefîlmê derhêner Ozlem Diler û Celil Bedikanli kişandiye berê xwe dide jiyana Casimê Celîl ku di sala 1908’an de li Dîgora Qersê hatiye dinê û paşê koçê Kafkasyayê kiriye.
Malbata Celîlan di nav xebata kurdî de ciheke gelek girîng digirin. Di belgefîlm de Celîlê Celîl ku hê jî li Viyanayê xebatên kurdî didomîne di belgefîlm de qala çîroka Celîl, malbata wan û xebatên wan ên kurdî û kurdolojiyê dike.
Belgefîlmê 56 deqîqeyî îro saet 17.00’an de li Aynali Geçit a li Galataya Beyogluya Stenbolê tê nîşandayîn.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Bi ‘Evîn, Mark û Mirin’ê Documentaristê dest pê kir
- Dem dema belgefîlman e: Documentarist tê
- Documentarist hîvey belgefîlman o