Diyarname
Tora Akademîsyenên Kurd (KURD-AKAD) li Dortmunda Almanyayê hate avakirin û saziyê ji ber keda wan yekem car xelat da. Kurd-AKAD'ê kedkarê ziman û çanda kurdî Prof.Dr.Celîlê Celîl û aktîvîstê navdar Prof. Noam Chomsky hêjayî xelatê dît.
Li gor nûçeya Erdal Aliçpinar a di Ozgur Polîtîkayê de merasima xelatdayînê li Rautenstrauch Joest Museum a li Kolna Almanyayê li dar ket. Mebêsê HDP'yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Mebûsê HDP'ê yê Mêrdînê Prof Dr. Mithat Sancar, Prof Dr. Celîlê Celîl, Prof Dr. Kariane Therese Westrheim, Dr. Zerdeşt Haco û gelek kesên din di merasimê de amade bûn.
Ji niha û pê de KURD-AKAD du salan carek dê xelatê bide du kesên di warê serketina di warê zanistî û angajmana civakî de kar kirine.
Prof. Dr. Emra Ilgun-Birhemoglu li ser KURD-AKAD'ê axivî û diyar kir ku akademîsyenên kurd li Ewropayê hatine cem hev, wan bi hev re xebatek wisa daye dest pê kirin û wisa got: "Em dixwazin bi vê torê hewl bidin berê ciwanên kurdan bidin zanîngehan, wan bi hev bidin nasîn, pirsgirêkên kurdan ên civakî bibînin. Dema mirov akademîsyenên kurdan bîne ba hev ligel serketina vê yekê, bi xwe re pêşniyarên çareseriyê jî tîne. Li welatên em lê dijîn hê jî kurdan kirîmînalîze dikin. Em li vir dijîn lê piraniya xizmên me li Kurdistanê dijîn. Em dixwazin li her derê lê dijîn rastiya kurdan bidin qebûlkirin. Armanca me ew e ku em akademîsyenên kurdan bînin ba hev."
Zerdeşt Haco ku xelata Celîlê Celîl pêşkêş kir got ku divê kurdên li Ewropayê dijîn jiyana Celîlê Celîl ji xwe re wekî mînak bigirin. Celîl ku xeyat girt jî got ku ger kurd bibin yek dê bikaribin bigihîjin serketinê.
Piştî merasimê Yekşa Bakircian û Memo Gul konserek pêşkêş kirin.


