Diyarname
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê diyar kir ku li gor daneyên destpêkê di encama şewata li Nexweşxaneya Yermuk a li paytextê Iraqê Bexda de derket, 11 zarok mirin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Ehmed El Rideynî li ser mijarê got ku şeva din saet li dor 2'yan li nexweşxaneyê şewat derketiye. Li gor El Rideynî li beşa zarokanînê ji ber pirsgirêka ceryanê şewwat derketiye û 11 zarokên biçûk mirine.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê jî diyar kir ku ji şewatê 29 jin û 7 zarok jî hatine rizgarkirin û şewat hatiye kontrolkirin.
Her wiha hin çavkanî dibêjin hejmara kesên mirine bi ser 20'î re ye.