Diyarname
Kovara W di hejmara xwe ya nû de "Di helbesta kurdî ya nûjen de êşa bindestiyê" girtiye dest.
Hejmara nû ya kovara W ya 27'an a tîrmeh-gelawêjê derket. Kovarê di vê hejmara xwe de dosyaya xwe li ser "Di helbesta kurdî ya nûjen de êşa bindestiyê" amade kiriye.
Ji bo dosyayê ji helbestvanên kurd ên wekî Arjen Arî, Berken Bereh, Kawa Nemir, Îrfan Amîda û Welat Dilken deh pirs pirsîne û bersivên pirsan di binê pirsan de nivîsî da ku nîqaş karibe bêtir gur bibe û bersivên pirsan bi hev re ahengekê jî saz bikin.
Ji bilî pirs û bersivan Dîlber Hêmayê jî nivîseke serbest li ser mijarê amade kiriye.
Ji bilî dosyayê di kovarê de Edîb Polat "Min çima celad daf da", Dilawer Zeraq li ser " Şivanê Kurmanca û di warê biwara modernîteyê de nêrînek..." nivîsiye. Her wiha kovar bi helbest, çîrok û nivîsên xwe yên din derdikeve pêşberî xwendevanên xwe.
Edîtorên kovarê diyar kirine ku ewê hejmara xwe ya nû li ser Cegerxwîn amade bikin
Ji bo xwestinê:
Navnîşan: Kalem Sk. No: 32 Huzurevleri Kayapinar/Amed
Tlf/Faks (0412) 237 43 16
E-Mail kovaraw@yahoo.com
kovarawe@hotmail.com