Diyarname
Parlemena Ewropayê (PE) her sal bi navê Xelata Sakharov a mafên mirovan dide kesên di vî warî de ked da. PE'yê îsol muxalifê rus Aleksey Navalny hêjayî vê xelatê dît.
EPP'ê (Partiya Gel a Ewropayê ku koma wê li PE'yê here ji ser hesabê xwe yê tora civakî re eşkere kir ku bi dengên komên siyasî yênr li PE'yê îsal xelata Sakharov didin Navalny.
EPP'ê di daxuyaniya xwe de xwest ku ligel Navalny hemû siyasiyên girtî yên li Rusyayê bêne berdan.
Ji bo dayîna xelatê roja 15'ê berfanbarê dê li Lijneya Giştî ya Parlemena Ewropayê merasim li dar bikeve.
Yekem car di sala 1988'an de ev xelat hat dayîn. Wê salê Nelson Mandela (Afrîkaya Başûr) û Anatoly Marchenko (Ûkrayna. Piştî mirina wî ew hat xelatkirin) hêjayî hat dîtin. Dûre dan gelek kesî. Ji kurdan di sala 1994'an de xelat dan Leyla Zana (Zana wê çaxê girtî bû, piştî berdanê xelata xwe girt), di sala 2016'a de dan Nadîa Murad û Lamiya Başar.
Navalny kî ye?
Parêzerê, aktîvîst û siyasetmedarê rus Aleksey Analtolyeviç Navalny di sala 1976'an de hatiye dinê.
Ew bi rexneyên ku li Serokdewletê Rusya Vladimir Putin kirine tê nasîn.
Kovara The Wall Street Journal ew wekî "Kesê herî zêde Putin jê ditirse" bi nav kir.