Diyarname
Fîlmê "Press" ji bo piştgiriya rojnamegeran îro dê li Tutun Deposu bê nîşandayîn.
Fîlmê "Press" ku li ser zehmetiyên rojnamegerên li Amedê kar dikirin hatibû kişandin, heta niha gelek xelat girtibû. Fîlmê ku derhêneriya wî Sedat Yilmaz kiriye li Tutun Deposuya Tophaneya Stenbolê ji bo piştgiriya rojnamegerên di girtîgehê de tê nîşandayîn. Fîlmê 15'ê mehê (roja çarşemê) saet 19.00'an de dê bê nîşandayîn û pereyên ku ji vê nîşandayînê bêne bi dest xistin dê ji rojnamegerên girtî re bêne şandin.


