Diyarname
Di nav kesên îro li Parîsê hatin kuştin de hunermend Mîr Perwer jî hebû.
Hunermend Mîr Perwer kesekî welatparêz bû, ji Gimgima Mûşê bû. Ji Tirkiyeyê wekî sirgûn çûbû Parîsê. Wî heta niha gelek stran xwendibûn û klîb bo wan kişandibû. Wekî hunermend û welatparêzekî beşdarî gelek şevên kurdan jî bûbû.
Bi navê “Rengîn”, “De were zalim”, “Nebêje min here”, “Sarya”, “Felek”, “Bêdengî”, “Bajar” jî têde gelek vîdyoyên wî li ser Youtube û platforma dîjîtal hene. Wî di sala 2020’î de helbesta Cegerxwîn “Felek” xwendibû û jêre klîbek kişandibû.
Fermo ew klîb:
Nûçeya Eleqedar:
- Li Parîsê êrîşê kurdan kirin: 3 kes mirin


