GULBEJN
Metna edebî bi tekîliya nivîskar û xwendevan û her wiha ji demeke heya demeke din şikil digre. Yanê nivîskar agahî û ragihandinên xwe li metnê dike û wiha digihîne xwendevan. Esil ya hişê me mijûl dike, nivîskar çima dinivîse? Metin bo kî an jî ji bo çi tê nivîsandin? Nivîs ji ber çi heye? Ji ber wê jî pirsên wiha di hişe me gelek kesan de dibe ku cî girtibe.
Çend kes ji me li ser wan pirsan disekinin, ez nizanim. Axir sedemên nivîsandinê li gor gelek nivîskaran tê guhartin. Nivîskar belkî jî ji bo ji acizî û ji tengasiya rihê xwe xilas bibin dinivîsînin? Belkî ji dixwazin nexweşiyên mezin ji ser rûye erdê xilas bikin. Belkî jî ji bo bibin xwedî dengekî xwerû, da xwe ji tundbûn û sînorên çavên kesên din xilas bikin, dinivîsînin. Yan jî heye li rêyekê digerin, da xwe bigihînin bêdawiyê. Loma bi dilxweşiyeke mezin rêwîtiya xwe ya edebî didomînin. Nivîs belkî bêhnvedanek be bo nivîskar, belkî jî revek. Axir armanca nivîskar ew e, xwe ji rewşa heyî xelas bike. Bêguman gelek sedemên bi vî rengî em dikarin lê zêde bikin. Ya rast enerjiyeke mezin nivîskar domîne dike û li karê nivîsandinê sor dike. Yanê ne ji bo nivîskar ji tenêtiya xwe direve, xwendin û nivîsandinê ji xwe re dike mijûliyeke sereke. Li gor fikra min, her nivîskar bi yekûna ezmûnên xwe dinivîsîne û sedemên rastiya nivîskariya xwe bi rêya metna xwe şanî me dike. Yanê nivîs bo nivîskar ne hewldaneke ji rêzê, bes azweriyeke bivê-nevê ye. Nivîskar tîna fikir û rihê xwe tev li metna xwe dike. Helbet nivîskar bi hûrgilî awayên jiyana legengên xwe yên sêwirandî neqlî cîhana metnê dike. Nivîskar bi hez û hûrbîniya xwe dihêle xwendevan jî tevî metnê bibin û bibin şirîkên nivîskar. Lê belê nivîskar ne tenê hin tiştan hildibijêre û wan dinivîsîne, bes rengekî dîtir li tiştan bar dike û rihê sûbjektîf ê ji rastiya objektîf heqîqîtir jî dide wan. Bi form, wate û şêwaza xwe metnê dike xwediyê gewdeyekî hevgirtî û diyarî xwendevanan dike. Nivîskar bi disiplîn û kedeke mezin li ser her metna xwe hûr dibe. Piştî metin diqede, êdî ew derdikeve derveyî hukmê hebûna nivîskar û bi tûmerî dibe malê xwendevanan.
Metna xwedî şêwaz û ezmûneke hevgirtî, gava digihîne xwendevanan, bivê nevê tesîreke baş li xwendevanan dike. Belkî jî nivîskar ji xwendevanan vê yekê dixwaze: Bi nerînek azad, bê pêşbawerî, bi hewes bala xwe bidin metnê. Ji vir û şûn de êdî xwendevan bi rihekî aram nêzî metnê dibin û nêrîn û fikrên xwe jî li metnê zêde dikin. Yanê xwendevan piştî metin aîdî xwe hîs kir. Êdî hem bi rehetî dikare rexne bike, hem nêrînen xwe bê fikar bîne ziman. Helbet xwendina her metneke edebî cuda cuda ye û di nava xwe de jî xwediyê taybetiyekê ye.
Di encamê de nivîs û metna edebî, ne tenê ji bo nivîskar, ji bo xwîner jî keft û lefteke bi heyecan e. Bi van derfetan bertekeke taybet di navbera xwîner û metna edebî de ava dibe. Nivîskar bi afirîneriyeke bi sebir û azweriya xwe dihêle xwendevan nêzî metnê bibin û bibin bengiyên metnê. Em êdî dikarin bêjin, her metna edebî, bi dan û stendina xwe bêminet e.
gulbejntori@gmail.com
***
Nivîsên Gulbejn ên ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin: