Diyarname
Na, pêşniyar ne ji me tê, ta ji Îtalyayê tê. Li Îtalyayê fîrmayek şerabê gavek balkêş avêt: Fîrmayê şerab û wêje anîn ber hev, kesên şerabê vexwedin êdî dê bikaribin kurteçîrokan jî bixwînin.
Fîrmayê şûşeyên şerabê ku etîketa wan bi kaxizê ku kurtçîrok li ser nivîsandîne pêça û bi vî awayî pêşkêş kir. Çêkerê şerabê Matteo Carreggia û studyoya dîzaynê Reverse Innovation ev koleksiyon bi hev re saz kiriye. Di koleksiyona bi navê Librottiglia de kesê şerabê bikire dê bikaribe çîrokên li ser jî bixwînin. Di dema ku ev koleksiyon hatiye çêkirin de bala xwe dane çîrokê ku nêzî mijara şerabê ne hilbijêrin û bi vî awayî hîsa ku çîrok didin û tehma ku şerab dide bi hev re digihîjin vexwir/xwendevan. Bi vî awayî wêje û şerabê digihînin hev û bi hev re digihînin wan. Koleksiyona Librottiglia bi diruşma "Xwendina şerabek, yan tehmkirina pirtûkek?" li Îtalyayê hatiye çêkirin û niha tenê li Îtalyayê tê firotin.
Şûşe wekî 375 ml hatiye sazkirin ku tê wateya 2 qedex şerab; ev yek jî bi qasî xwendina kurteçîrokek hatiye vesazkirin. Her şûşe bi 15 Euroyî tê firotin.