ŞIRNEX (DÎHA)
Li navçeya Silopî ya Şirnexê 3 ciwanên xwe spartin malekê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û pişt re hatin gulebarankirin. Hat ragihandin ku 3 ciwanên hatin qetilkirin birin Deriyê Sînor ê Xebûrê.
Êrîşên polîsan ên li navçeya Silopî ya Şirnexê yên li hemberî taxan bi dawî nabin. Li taxa Kobanî ya Silopiyê 3 ciwanên saet di 02.00'an de xwe spartin malekê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsên derdorên malê girtin pişt re êrîş li ciwanan kir. Di êrîşa heya serê sibê seat 06.00'an berdewam kir de 3 ciwan hatin qetilkirin. Cenazeyên ciwanên bi navê Alî Oduk (20), Halîl Can (22) û ciwanekî navê wî nehat zanîn ji aliyê polîsan ve ji malê hatin girtin û birin Deriyê Sînor ê Xabûrê.