Diyarname
Rojnameyeke îngilîz îdîa kir ku di hilbijartina Îranê de Musavi bi ser ketiye û Ahmedînejad wekî sêyemîn derketiye.
Nûçegîhanê rojnameya Independent ê Rojhilata Navîn Robert Fisk nûçeyeke di rojnameyê de weşand. Li gor nûçeyê Wezîrê Karên Hundin ê Îranê Sadiq Mahsulî nameyeke ji rêberê olî Ayetullah Hamaney re şandiye. Fisk îngilizaya nameyê weşand û îdîa kir ku di nameyê de hatiye gotin ku Ahmedinejad di hilbijartinê de 5 mîlyon û 698 hezar deng girtiye û bûye sêyemîn. Li gor nûçeyê Musavi bi girtina 19 mîlyon dengî bûye yekemîn û Mehdi Kurabi jî bi 13 mîlyon û 300 hezarî bûye duyemîn.
Nûçe dibêje ku Muhsin Reza jî 38 hezar û 716 deng girtiye.