Diyarname
Yek ji avakarên AKP'ê, Cigirê Serokê Giştî yê AKP'ê yê berê Dengîn Mîr Firat ji facebooka xwe ragihand ku wî ji Ak Partî îstîfa kiriye.
Firat wisa got: "Heta îro ji ber ku endamtiya min li nav Ak Partî berdewam dikir li gor rêgeza siyasî min hin tişt nedianîn ziman. Lê niha ji ber mercên çêbûne baweriya min ew e ku barê giran ê vê manewiyetê heye. Ji ber vê yekê min ji endamtiya Ak Partî ku ez di nav avakarên wê de me îstîfa kir, ezê sedemê paşê eşkere bikim."
Firat çend roj berê ragihandibû ku ji bo kurd xwe nîşan bidin ku ew jî hêzekî ne divê vê hilbijartina serokomariyê de dengê xwe bidin Selahattir Demirtaş, ezê dengê xwe bidim Demirtaş
Dengîr Mîr Firat di 8'ê sermaweza 2008'an de ji Cîgiriya Serokatiya Giştî ya AKP'ê, endamtiya Lijneya Rêveberiya Navendî îstîfa kiribû. Hebû Dengîr Mîr Firat di nav AKP'ê de dihat wê wateyê ku gelek kurdên din jî dengên xwe bidin AKP'ê.