BERHEM LATÎF / KELAR / ROJNEWS
Xwendekar û nivîskarên li navçeya Kelarê ya Germiyan gotin ku bipêşketina teknolojiyê re li Herêma Kurdistanê asta xwendinê kêm dibe.
Li navçeya Kelarê ya girêdayî Germiyanê çend pirtûkfiroş û pirtûkxane hene. Lê li gorî xwendekar û nivîskaran eleqeya gel a li hemberî xwendina pirtûkan pir kêm e. Sedema vê ya bingehîn jî pêşketina teknolojî û krîza aborî ya li Herêma Kurdistanê heyî destnîşan dikin.
Teknolojî û aborî
Têkildarî mijarê xwendekar û xwediyê Pirtûkfiroşa Xak a li navçeya Kelarê, Hêmin Îbrahîm sedema nexwendina pirtûkan bi du xalan wiha destnîşan kir: “Pirsgirêka destpêkê belavbûna teknolojiyê ye û pirsgirêka duyemîn jî krîza aborî ya li Herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku kesên dixwazin pirtûkek bixwînin, ji ber nebûna pereyan nikarin pirtûk bikirin û bixwînin.”
Li ser heman mijarê nivîskar Mistefa Seîd jî wiha peyivî: “Xwendina pirtûkan pêwîst e ji zarokatî ve dest pê bike û di hemû dibistan û zanîngehên Herêma Kurdistanê de pirtûkxane hebe. Pirsgirêka xwendinê ger bi vî şêweyî nebe, nabe. Sîstema perwerdê ya Başûrê Kurdistanê dikare takekesî fêr bike, lê belê nikare bi berdewamî xwendinê fêrî kesan bike.”
Sal bi sal xerabtir dibe
Her wiha Rêvebera Pirtûkxaneya Giştî ya Kelarê Cihan Mihemed jî wisa got; “Her çendî di salên buhirî de hejmarek baş a xwendekarên pirtûkan hebûn jî, xwendin wekî çandeke lê hatibû. Lê belê di serdema niha de bikaranîna teknolojiyê wisa kir ku xwendina pirtûkan kêm bibe di pirtûkxaneyan de.”