logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  4. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

'Dîwan'a Jan Dost derket

Bi navê "Dîwana Jan" pirtûkek helbestan a nivîskar Jan Dost derket. Di "Dîwan"ê de helbestên ku Jan Dost di navbera salê

  • Dîrok: 17/02/2012
  • Beş: Berhem

Diyarname

Bi navê "Dîwana Jan" pirtûkek helbestan a nivîskar Jan Dost derket. Di "Dîwan"ê de helbestên ku Jan Dost di navbera salên 1987-1995'an de nivîsandine hatine weşandin.

Nivîskarê malpera me Jan Dost vê carê "Dîwan"a xwe ka ji helbestên wî yên klasîk pêk tên weşand. Jan Dost wekî gelek nivîskarên kurd bi helbestê dest bi nivîsê kiriye. Nivîskar Dost ku di van salên dawî de zêdetir bi romanê re eleqedar e niha desteke ji ew helbestên xwe yên salên paşên di "Dîwana Jan" de pêşkêşî xwendevanan dike. "Dîwana Jan" ji Weşanên Avestayê li Stenbolê derket. Berê vê jî berhemên Jan Dost ên wekî “3 gav û 3darek" (roman, 2007), “Mîrname” (roman, 2008), “Kela Dimdimê” (destan, 2011) ji aliyê Weşanên Avestayê ve hatibûn weşandin. Li gor agahiyên ku gihîştine ber destê me romaneke din a Jan Dost "Mijabad" jî dê çapa wê ya nû di dema pêşiya me de ji Weşanên Avestayê derkeve. Her wiha romana Jan Dost "3 gav û 3darek" ku çapa wê xilas bûye di rojên pêş me de dê çapa wê ya nû jî bê weşandin.
Nivîskar Jan Dost li ser çapkirina van helbestan van gotinan tîne ziman: “Sebeba çapkirina van helbestan ew e ku ez dixwazim pirekê di navbera îro û do de ava bikim. Mixabin helbesta klasîk êdî têk çûye û hema hema ji holê rabûye. Yan jî di hucre û medreseyan de maye û li ber xwe dide. Ew şêweyekî girîng e ji wêjeya me lê êdî di nefesên xwe yên dawî de ye. Piraniya helbestvanên me yên nûjen jî nikarin li ser bingeha klasîkên xwe projeyên xwe yên afirînerî ava bikin, ew li hewa daleqiyayî mane. Ji rehên xwe qut bûne. Ku dibe qal û behs jî, tenê navên mezin ji ber kirine. Nikarin di hundirê wan klasîkan de bigerin û dakevin kûrahiya deryaya klasîkan û gewheran ji xwe re berhev bikin.”

"Dîwana Jan" di sala 2010'an de ji aliyê Weşanên Sema ve ku navenda wê li Dubaî ye jî hatibû weşandin.

Dîwana Jan / Jan Dost / Weşanên Avesta / 112 rûpel

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

***

Hin nûçeyên eleqedar:

- Destana 'Kela Dimdim'ê dîsa hat çapkirin

- 'Mîrname'ya Jan Dost bi erebî derket

- Ehmedê Xanî çima dev ji nivîsê berda?

- Jan Dost: Ez û Şêx Seîd em bi hev re hatin daliqandin

- Şimikên Şêx Seîd

- Dîwana Jan" derket

 

 

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 11 05 2026

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

news
  • 05 04 2026

Dîwaneke nû 'Mizgîna Azadî' derket

news
  • 23 03 2026

Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket

news
  • 17 02 2026

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Albuma nû ya Kamkaran derket

ad

ÎKSV bursê dide 1000 xwendekarî

ad

Xelata Booker da niştox Samantha Harvey

ad

Li BEKSAV'ê fîlmên Filistînê

ad

Zimanekî, ê xwe -Em berxên dayika mezin in-

ad

Klîba Hefteyê: Nîzamett Ariç, Strana Helebçeyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname