logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Mele û keşeyên taxa me

Taxa me taxa şêx û melan bû, keşe jî jê kêm nedibûn! Destê min diterikîn, li ser rêya mala me dikaneke kozmetîkê hebû. G

  • Dîrok: 12/09/2019
  • Beş: Serbest

Berfîn Dîcle 

Taxa me taxa şêx û melan bû, keşe jî jê kêm nedibûn!

Destê min diterikîn, li ser rêya mala me dikaneke kozmetîkê hebû. Gava di ber re derbas bûm, ji bo kremê bistînim, ketimê. Ez çav bi hevala xwe ketim ku waye li wir e û heye bi qandî barê kerekî jî amûrên meqyajê li ber e û hê jî çavên xwe li hinekî din digerîne. 

Min got: Xêr e tu û Îsmail çima li hev nakin? 

Hema bi her du destên min girt û got: Bi qedrê Xwedê kî, tu ji ku pê hesiyayî, kî ji te re got?

Min got: Ev çend roj in tu ne li ser hemdê xwe yî; te çûyî te porê xwe kur kir, libasên nû kirîn û niha jî van tiştan dikirî. Gava jin bi vî awayî tevbigerin nexêr e... 

Em hêdî hêdî ji dikanê derketin û ber bi kar ve meşiyan.

Got: Çendekiye bi guman im ji Îsmaîl. Qey dibêm xwedî dostike...

Min lê fitiland: De na lê, Îsmaîl tiştên wisa nake...

Got: Na na, te ji zû de ye ew nedîtiye, li ser tiliyan direqise. Bi ya min nake. Bi dizîka telefonê dike, gava ez ber pê diçim, ji nişke ve telefonê digre...

Hefteyek deh roj bi ser ket, hat cem min. Bihîstiye li kuça me ya kevin, meleyek heye, ji bo bûyerên bi vî awayî niviştan çêdike û niviştên wî jî bi carkîne. 

Min got: Ez newêrim herim cihên wîsa û ji xwe baweriya min jî pê nayê...

Pir lava kir, gunehê min pê hat...

Em rabûn çûn mala mele. Mele çend nivişt çêkirin û dayê, nizanim ji bo kîjan niviştî bû, me çû loqim jî kirî. Her yek ji me loqimek avêt devê xwe û xwar. Loqim jî loqim bûn ha, hê jî tehma wê li ser devê min e. Bi dû re, me hêdî hêdî daxwazên mele di sê çar rojan de bi cîh anîn. 

Divê niviştek ji wan niviştan, bi ava çem de bê berdan, yekî jî bi hespekî bidine xwarin.

Dotira rojê hat ba min û got: Divê ez sibê herim Mêrsînê, gere ez îro van niviştan ji destê xwe derxim.

Min got: Bi vî halî ez ji şûna xwe naleqim...

Dîsa bi hêvî û rica ez rabûm bi dû wê ketim...

Em her du jî wisa edilandîne, me porê xwe çêkiriye, etekên me li ser çokan in. Ji bo hespê, me da rê û em çûn ber Derîyê Rihayê. Hesp li wan deran hene. 

Min got: Vaye me hesp jî dît, îca tu qîza bavê xwe yî loqimê pê bidî xwarin?

Bi lava li min mêze kir. 

Min serê xwe li her du alî ve hejand û got: Ne Îsmaîl  bavê min ji mezel rabe û li ser diya min bibe xwedî dostik ez newêrim loqimê bidim devê hespî. Û ji xwe bavê min bidîta wê poz û guhê me jêkira. 

Hesp jî li erdê mexel daye, geh serê xwe li vî alî ba dide, geh li wî alî. Em nêzî saetek li hev çûn û hatin. De îca li ber jinika eşêfçî milkî nêrgiz hene, wîsa bêhnê dane derdora xwe, mirov pê mest dibe.  Min du qevd nêrgiz kirîn û ji dûr ve çavên xwe li alî hespê gerandin.

Axirê hevala min nivişt kir devê hespî. Bê çima tûrîst ne li wir bûn, li ber hespî wêneyê wê jî kişandin. 

Min got: Ger ev rojnameger bin wele çû ji te û ez keniyam. 

Em bi lez û bez ji wir dûrketin. Me da rê û em çûn ber devê çem. Ew jî ne hesan bû ha. Li ser riya pirê em ji mînîbusê peya bûn, çem dûrî rê ye, divê em heta nava pirê bimeşin ji bo nivişt bigihîje çem.

De pir jî li ser rêya zanîngehê ye, ez hê nû mezûn bû me, dibe ku mamoste û heval min li ser pir bibînin, îca ez ê çi li ber rûyê xwe bidim. Ez li rawestankê sekinîm û ew çû heta nivê pirê. Axirê kaxiz  avêt, lê bûye lepkî û maye... Kîjan otomobîl di ber re derbas bibe disekine û li qornê dixe. Qet derdê van mêran jî nayê kişandin, lê ji alîkî de jî dibêm ka çi îşê me ye li vir? 

Êdî wext dereng e, ne mînîbus tên ne otobus, yên tên jî heta ber dev tije ne. Min destê xwe ji bo otobusa Wanê rakir, li ber me sekinî, me bi zorê xwe avêtê. Ger em biçûna Wanê em ê erzantir biçûna, lê me qet îtîraz nekir...

Do ez çûbûm ser mezelan, min got hemin hatime heta van deran ezê herim taxa me ya nav Sûrê ... 

Çavê min bi mala mele ket... Her sê qatên jêr pelişîne, dîwarên qata jor li piya ne... 

Rê girtî bûn...

Min ne meydana çêlekan dît ne jî dikana Xana Reş!!!

Min xwe bixwe got: Ev, ew qas dêr û mizgeftên kevnare û mezin li vê taxê hene, mele û keşe jî jê kêm nedibûn, ew qas tirbe, ziyaret û sehabe lê hene, hema qet yek ji wan, xwe ne dan ber qeda û belayan? Ma qet qedrê wan tune bû? Hema bila Xwedê bida xatirê yekî ji wan, qey nedibû. 

Ev qet neket bîra meleyek, şêxek yan jî keşeyek, hema bila; li ser kaxizeke yan jî li ser nalekî du rêzik xêz bikra....

10/09/2017

**

Nivîsên Berfîn Dîcle ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Bandora Mishef û Berheman
- Notên Qarneyê
- 


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Di ‘Roja Meşê ya Dinyayê’ de emê çi bikin?

ad

Qeymeqamiya Tetwanê lîstika kurdî qedexe kir

ad

“Don Kîxot” vê hefteyê 5 rojan li Stenbolê ye

ad

Dêsî nê, polîsan Baran kişt

ad

Li ser çend taybetiyên edebiyata kurdî ya modern

ad

Heyeta Kurdan a Bilind hate avakirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname