Weþanxaneyên kurd nîn in, pirtûkên kurdî çawa eleqe dibînin?
Diyarname
Li fûara ku weþanxaneyên kurd lê nîn bin çawa nûçeyek wisa, "pirtûkên kurdî jî di pêþangehê de rastî eleqeyeke mezin hatin" tê çêkirin?
Em qala Fûara Pirtûkan a CNR dikin ku li Stenbolê roja 24'ê vê mehê vebû. Di fûarê de piranî weþanxaneyên oldar hene, îsal 4'emîn car e vedibe. Di fûarê de yek bi tenê jî weþanxaneyên kurd nîn e. Ji ber ku xwendevanên kurdî zêde bi wir de naçin weþanxaneyên kurd jî vê fûarê tercih nakin.
Em niha bên ser pirsa xwe: K24 (Kurdistan24) roja 25'ê mehê li ser fuarê nûçeyek çêkiriye. Tê zanîn K24 yek ji tora medya ya Baþûr a mezin e. Di nûçeyê de wisa gotiye: "Di pêþangehê de herî zêde pirtûkên derbarê Rojhilata Naverast, DAÎÞ û yên di derbarê serokê nû yê Emerîkayê Donald Trump de eleqe dîtin. Di gel wan, pirtûkên Kurdî jî di fuarê de rastî eleqeyeke mezin hatin."
Û niha em pirsa xwe dubare bikin: "Di fûara ku yek ji weþanxaneyên kurd lê nîn bin de çawa pirtûkên kurdî jî eleqe dibînin?"
Wekî notek: Li Tirkiyeyê û Bakur li dor 20 weþanxaneyên kurd hene. Gelek ji van beþdarî Fûara Pirtûkan a TUYAP'ê dibin. Lê Fûara CNR îsal ji ev weþanxaneyan kes beþdar nebûye. Par Weþanên Ava, salên borî Nûbihar jî beþdar bûbû, lê ji ber bala xwendevanên kurd ne li ser vê fûarê ye îsal ew jî beþdar nebûn.