ENQERE
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ji bo rojnameger û nivîskarên girtî name şandin û ji bo wan piştgiriya xwe anîn ziman
Demîrtaş û Yuksekdag ji bo nivîskar û rojnamegerên girtî Ahmet Altan, Înan Kizilkaya, Zana Kaya, Asli Erdogan, Mehmet Altan, Murat Aksoy, Nazli Ilicak, Ozgur Amed, Şahîn Alpay name nivîsandin. Hevserokên HDP'ê di nameya xwe de diyar kirin ku azadiya çapemeniyê û ji bo mafê ragihandinê ya gel xebat têkoşînekî bêsekn e, di demên dijwar de li ser piyan mayîn sekneke bi rûmet e û ew hestên xwe yên piştevaniyê ji bo wan diyar dikin.
Hevserokan di nameya xwe de gotin ku hêviya wan ew e ku ew di kurtedemê de ji zindanê derên û di vî warî de ewê şopînerê hiqûqê bin.