Diyarname
Cîgirê Şaredarê Wêranşerê yê berê Kemal Kodin ji ber ku li ser erebe û amûrên şaredariyê bi kurdî "Şaredariya Wêranşarê" nivîsî hat girtin.
Dadgeha Aslî Ceza ya Wêranşarê di sala 2010'an de der barê Kodin de bi xala "Li dijî zagona tîpan muxalefet" kiriye doz vekiribû. Doz di destpêka sala 2012'yan de bi encam bû û 2 meh û nîv cezayê hepsê li Kodin birî bûn.
Ne wî, ne parêzerê wî li dadgeha bilind îtîraza dozê nekir. Piştî ku dadgeha bilind doz erê kir, Kodin hefteya borî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û ew şandin Girtîgeha Akçakaleyê.