Piştî Pakistan’ê li Bangladeş’ê jî malpera herî mezin û berfireh ya Cîhanê a danûstandinên civakî Facebook, hat qedexekirin.
Komîsyona Rêkûpêkiya Telekomunîkasyonê ya Bangladeşê (BTRC) bi hinceta “hestên Mislimanan ku piraniya civakê pêk tîne diêşîne” Facebook qedexekir. Hate gotin ku sedema qedexeyê karîkatorên ku rê li ber nerazîbûna Musilmanan vekirîne ye.
Hefteya borî li Pakîstan’ê jî li gel Facebook’ê, malpera vîdyoyê ya herî berfireh Youtube hatibû qedexekirin.
Pakistan li nîva hefteyê destûr dide ku xwendekarên malperê xwe bigihîne her dû malperan. Lê rûpelên ku hîn jî karîkator tê de qedexeya wan berdewame.