Amed
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel diyar kir ku ew ê kayyûmê nas nekin, li hemberî kayyûman berxwedan rewa ye û wiha got: “Ev kesên ku zilmê li gelê me dikin dikarin çi bidin gel? Em bang li gelê xwe dikin ku li dora şaredariyan kom bibin û têbikoşin.”
Li dijî tayînkirina kayyûman Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel ku niha di greva birçîbûnê ye bêdem û bêdorveger de ye daxuyanî da. Di daxuyaniya ku li avahiya DBP’ê ya Amedê hat dayîn de Tuncel diyar kir ku li tevahiya Kurdistanê înternet hatiye qutkirin û bi vî rengî tê xwestin ku gel xwe negihîne şaredariyan, li şaredariyên Êlih, Culemêrg, 20 navçe û 2 bajarokan kayyûm hatine tayînkirin.
Tuncel anî ziman ku kayyûm ji bo wan tune ye û wiha berdewam kir: “Dora şaredariyên me pêçan e, dibe ku hevalên ku di serdegirtinan de bi zorê bibin lê di nava dema dirêj de nikarin encamê bigirin. Ev darebeyek e û li dijî vî darbeyî berxwedan mafeke herî mezin e.”
Tuncel destnîşna kir ku kayyûmên ku hatine tayînkirin walî û qeymeqam in û wiha dom kir: “Kesên ji rêzê tayîn nekirine. AKP mekanîzmaya dewletê wekî kayyûm tayînî şaredariyên me kiriye. Diçin şaredariyan û gotina ‘me rêveberî desteser kiriye’ bi kar tînin. Ferqa vê 'Konseya Sulhê' ya Derbeya 12'yê Rezberê nîn e. AKP’ê jî heman nêzîkatî bi kar aniye. Nêzîkatiyên her duyan jî wek hev e.”
‘Li Kurdistanê hikmê AKP’ê nemaye’
Tuncel da zanîn ku ev hemû di dema darbeya 12’ê Rezberê de hatiye jiyankirin û niha jî hikûmeta AKP’ê heman tiştî dike. Tuncel wiha got: “Ne tenê em, divê gelên Tirkiyeyê vê yekê qebûl nekin. Nikarin bi KHK’yan welat bi rê ve bibin. Li hemberî vê berxwedan, nenaskirin mafekî rewa ye. Çi karê walî û qeymeqaman li şaredariyan heye. Heke hûn îdîa dikin ku şaredariyên gel nîn in wê demê çima naçin hilbijartinê. Em îro biçin hilbijartinan. Lê ew dizanin ku ji bo gelê Kurdistanê hikmê AKP’ê nemaye.”
AKP'ê li Kurdistanê malên me bi serê me de xera kirin û sivîl qetil kirin. Dest danî ser mafên jiyanê û hemû azaî asteng kirin. AKP li Kurdistanê ji bilî êrîş, zor û zilme ne tiştek din e. Eger ku rêz ji vîna gel re bigirta tiştê ku niha pêk bihata dê hilbijartinba. Dê gelê me vê yekê nas neke. KHK hê li parlemenê nehatiye nîqaşkirin. Qanûna tûrik jî derbas nebûye. Dixwazin vê bi me bidin erê kirin û şerm nakin gefan li me dixwin. Dema ew derdikevin kolanan rewa ye lê dema em derdikevin kolanan dibe sûc. Em ê vê yekê qebûl nekin û li dijî darbeyan têkoşîn bidin. Dê gelê me bi ser bikeve û qezenc bike. Vî gelî hemû pêkûtî û zext dîtin, lê tu demê dev ji demokrasî û azadiyê berneda.
Em bang li hemû gelên Tirkiyê û partiyên siyasî dikin. Tiştên îro tên kirin siyaseta demokratîk asten dikin û demokrasiya heremî jî ji holê radikin. Divê ku hemû gelên Tirkiyeyê li hember vê yekê rabe serhildanê û li berxwe bide û nerazîbûn nîşan bide. Ji hilbijartinan re 2 sal heye. Dê di vê pêvajoyê de ji gel re xizmetê bikin gelo û wê çawa derbikevin pêşiya gel. Ji ber ku gel deng neda wan di nav sala dawî de hemû cure îşkence û zilm kirin û bûn hevparên qetlîaman."
Tuncel di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ên ku Sîlopî, Cizîr serûbin kirin, fermana şewatindana mirovan dan, li Şirnexê fermana êrîşê dan, Farqîn serûbin kirin, Sûr serûbin kirin, zilm pêk anîn, bûn sedama mirina mirovan ji rêveberiya herêmî ya wê derê berpirsyar hatin tayînkirin. Ên ku zilm li vî gelî kirin gelo dikarin çi bidin vî gelî? Ji bo ku gelê me têkoşîna xwe ya demokratîk pêş bixin û em dibêjin divê îradeya xwe derxin holê. Sedema hemû pirsgirêkan nêzîkatiya dewletê ya pirsgirêka kurd e. Bêdengmayîna li hemberî vê yekê dev ji rûmeta mirovahiyê berdan e. Em ê dev ji rûmeta xwe bernedin. Kayyûm ji bo me nîn e. Ev dê bibe têkoşîneke demdirêj. Dixwazin hêviyên me bişikînin lê em ê hêvî û têkoşîna xwe xurt bikin bila tu gumana gelê me nebe.”


