Diyarname
Îsal bi giştî 323 hezar kes çû serdana Fuara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP'ê.
27'emîn Fûara Pirtûkana a Stenbolê îsal di navbera 1-9'ê vê mehê de li Beylîkduzu li dar ket. Êvara 9'ê mehê saet 19'an de dawî li fûarê hat. Li gor agahiyan amadekaren fûarê di 9 rojên fûarê de bi giştî 323 hezar kes çû serdana fûarê.
Fûar îsal bi diruşma "1968: 40 sal berê, 40 sal paşê" li dar ket û di fûarê 550 weşanxane û saziyên sivîl stand vekirin, panel, gotûbêje, konser û şevên helbestan li dar ketin. Her wiha li dor 750 nivîskar derketin pêşberî xwînerên xwe.
28'emîn fûara pirtûkan a TUYAP'ê dê 31 rezber-8'ê sermaweza 2009'an de li dar bikeve.