logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Kurdîya bi herfên latînî ne bi “Hawar

Em dizanin ku nivîsên gelek malperên kurdan hema bêje bêyî kontrol çap dibin. Dema ji berpirsîyarên malperan re bê gotin

  • Dîrok: 23/02/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Têmûrê Xelîl

Em dizanin ku nivîsên gelek malperên kurdan hema bêje bêyî kontrol çap dibin. Dema ji berpirsîyarên malperan re bê gotin ku di malpera wan da şaşiyên fikirî, siyasî, agahdariyên bêbingeh hene, bi her awayî xwe jê dişon û dibêjin ku “Ew gotara filankesî ye, ew bi xwe ji gotara xwe berpirsiyar e“. Lê herkes -bêyî ku navê xwediyê gotarê bide- dikare bibêje ku min filan rojê di filan malperê de gotarek xwend ku bi şaşîtiyan ve dagirtî bû. Ango, tê wê maneyê ku şaşî ji xwediyê nivîsê zêdetir ya malperê ye. Heta carekê min ji malperekê re got ku di gotareke we de bi şaşîtî hatiye nivîsîn ku strana “Hekîmo“ Karapêtê Xaço distirê, lê di rastiyê de yê ku wê stranê distrê Şeroyê Biro ye. Xwediyê malperê bersiveke wiha da min: “Li ba me dêmokrasî heye, ew fikira wî ye."

Heyf e ku şaşîtî li hin malperên kurdî yên wisa de jî çap dibin ku bi kalîteya xwe ya rojnamegeriyê ve ser dereceya bilind in, ji aliyê xwendevanan ve têne hezkirin û li ber dilên wan biqîmet in.

Van rojan min di malperekê de bi sernivîsa “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e!" gotarek xwend ku di wê de xetên ha hene:

- Hawar yekemîn kovara kurdî bi tîpên latînî bû. Di kovara Hawar de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye. Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15'ê gulana 1932'yan de derket û heta 15'ê gelawêja 1943'yan 57 hejmar derketine. Cîhê xebata û weşandina kovarê paytexta Sûriyê Şam bû. Hawar mehê du caran derdiket. Kovara Hawar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Mîr Celadet Alî Bedirxan ve dihate derxistin. Kovara Hawar ku di dîroka weşanvaniya kurdî de xwedî cîhekî girîng e, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê kurdî çêbûye.

Ya rast ew e ku alfabeya kurdî ya latînî cara pêşîn sala 1928'an li Ermenistanê, ji aliyê nivîskarê kurd Erebê Şemo û Îsahak Marogûlovê bi esilê xwe ve aşûrî hate çêkirin û ji aliyê hikumeta Ermenistanê, her wiha hikumeta Yekîtîya Sovyet va hate tesdîqkirin.

Piştî salekê, sala 1929'an bi wê alfabeyê kitêba perwerdekirina zimanê kurdî ya Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo bi sernavê “Xo-xo hînbûna xwendina nivîsara kurmancî” li Yêrêvanê hat weşandin. Bila her kes bizanibe ku ev pirtûka kurdî pirtûka bi latînî ya pêşî ye li cihanê. Kî dixwaze wê bibîne, min ew diyarî daye pirtûkxaneya Enstîtûta Kurdî ya Parîsê.

Sala 1930'î meha adarê li Yêrêvanê hejmara rojnameya kurdî ya ”Rya teze” ya yekemîn hat weşandin ku pişt re bû rojnameya kurdî ya herî temendirêj li cihanê û ji bo zimanê kurdî yê edebî û her wiha edebiyata kurdî li Ermenistanê bingehek danî. Hetanî sala 1937'an 613 hejmarên wê rojnameyê bi wê alfabeyê derketin.

Hema wê salê, sala 1930'î, li paytexta Ermenistanê xwendinxaneya kurdî ya pêdagojîyê ya Piştkafkasyayê ji bo amadekirina dersdarên dibistanên kurdî hat vekirin.

Di eynî wextî de hemû dibistanên gundên kurdan yên li Ermenistanê bûn dibistanên xwerû kurdî û ji bo van dibistanan kitêbên dersan yên perwerdekirinê bi wê alfabeyê û bi zimanê kurdî hatin weşandin.

Ev alfabeya nû hilperîna edebiyeta kurdî jî çêkir, çimkî di wan deman da desteyeke nivîskarên kurd jî li Yêrêvanê saz bû. Wan komeleyan xwe di nava Yekîtîya Nivîskarên Ermenistanê de ava kir.

Kitêba berhemên şair û nivîskarên kurd ya yekemîn bi sernavê “Efrandina ewlin” di sala 1932'yan de li Yêrêvanê hat weşandin. Di wê de berhemên çend şairên kurd yên mîna Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Etarê Şero û yên din ku bi wê alfabeyê nivîsî bûn, cî girtin. Her wiha berhemên hin ermeniyên ku bi kurdî dinivîsand jî tê de hene.

Wekî em dibînin, bi alfabeya Celadet Bedirxan di salên pêşî de her tenê kovarek derketiye, lê bi ya kurdên Ermenistanê rojnameyeke dehrojkî û bi dehan pirtûkên edebî û yên dersan.

Tu kes nikare van karan biçûk bibîne. Ev pirtûk û rojname ji aliyê kurdên xwende, zana û welatparêz ve derdiketin û di ser da jî kontrola dewletê li ser wan hebû, da bi kalîteya bilind û dagirtî bin.

Îro hemû kurd roja 15'ê Gulanê -roja derketina yekemîn hejmara kovara “Hawar"ê (sala 1932'yan) -wekî Cejina Zimanê Kurdî pîroz dikin. Çima ne roja derketina hejmara pêşî ya rojnameya “Rya teze“ (hejmara wê ya pêşin 1'ê adarê sala 1930'î çap bûye)? Çima em ji aliyê kurdan de bikaranîna alfabeya kurdî bi kêmanî 2 salan paş dixin?

Piştî ewqas salan û ewqas karan, Celadet Bedirxan, bêyî ku haya wî ji alfabeya kurdî ya latînî ya kurdên Ermenistanê hebe, alfabeyeke nû çêkir. Ew du alfabeyên kurdî yên ji hev cuda bûn û ferqa mezin di nav wan da ew bû ku di alfabeya kurdên Ermenistanê de hemû deng hebûn, lê di ya Celadet Bedirxan da tune ne. Em dizanin ku kurdên Ermenistanê û yên Sovyeta berê bi tevayî bi sebebên cuda cuda dest ji wê alfabeyê kişandin û niha alfabeya Celadet Bedirxan bi kar tînin. Lê tu kesî jî heta niha îsbat nekiriye, ka ji wan alfabeyan kîjan bêtir li gor qaîde û dengên zimanê kurdî bûn.

Merivê pêşî ku qîmetekî mezin daye alfabeya latînî ya kurdên Ermenistanê û destnîşan kiriye ku ew alfabe ji ya “Hawar"ê kevintir e, Celadet Bedirxan bûye. Celadet Bedirxan di hejmara “Hawar"ê ya 8'an da (sal 1932) bi nasnavê Herekol Azîzan behsa rojnameya “Rya teze“ û çend pirtûkên kurdî yên ji Rewanê sitendî dike (li wir nehatiye gotin, ku ew pirtûk û rojname Hecîyê Cindîyê nemir ji wan re şandibû) û wiha dinivîse:

- "Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve.

Vê paşîyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû.

Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê-çar rûj mijûlahîya xwe bi wan kirin.

Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de şal-û-şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin.

Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşin ko gehiştiye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye."

Bi tenê merivên wekî Celadet Bedirxanê Mezin dikarin wiha mezin bifikirin û wiha binivîsînin.

Lê tevî vê jî eger îmkana min a pirskirinê hebûya, min dê ev her du pris ji Celadet Bedirxan bipirsîyana:

- Çima navê kovara we “Hawar" e, lê ne “Hewar" e û çima navê we Alî ye, lê ne Elî ye?

Ez bawer dikim ku wî dê bersiveke li gor mezinahîya xwe bidaya min û ez ê pê razî bibûma.

Ji http://riataza.com/ hatiye girtin

***

Têbiniya Diyarnameyê: 

- Li ser alfabeya Latînî ya ji aliyê Marûgulov û Şemo ve hatiye çêkirin Celîlê Celîl di pirtûka "Ji dîroka gelê kurd 13 rûpelên balkêş" (Bi tikî ji Weşanên Evrenselê bi navê "Kurt Halk Tarihinden 13 İlginç Yaprak" di sala 2008'an de derketibû) cihek fireh daye û ev mesele xweş zelal kiriye.
Li gor belgeyên dîrokî Celadet Elî Bedirxan di sala 1919'an de bîr biriye ku "Ji bo kurdan alfabeya latînî lazim e" dibe ku wê demê li ser xebitîbe, lê rastî ew e ku bi Hawarê re wî ev fikra xwe xistiye jiyanê. Lewma derketina alfabeya Latînî li ji Yerîwanê gava pêşî ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Diya Baydemîr, Azîze Baydemîr hat definkirin

ad

Şerm û guneh di biwara kurdî de

ad

Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de konserek li dar ket

ad

'Di Arşîvên Îranê de Kurd û Kurdistan'

ad

Li ser hilbijartina Başûr agahiyên dawî (tê nûkirin)

ad

1.25 mîlyon dolar zem li meaşê wî kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname