Li Başûr me îro sê nûçeyên derketin pêş neqandin. Fermo:
- HDP li gel hemû rêxistin û partiyên Başûrê Kurdistanê civiya
Nunertiya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP)’ê ya başûrê Kurdistanê li Hewlêrê bi partî û rêxistinên başûrê Kurdistanê re komcivînek lidarxist. Wekî agahiyek Nûnerê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) yê Tirkiyeyê Behroz Gelalî jî li Amedê çû serdana malbata Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selaheddîn Demîrtaş kir. Gelalê wisa got: "Silavên Mam Celal, Kak Kûsret, Hêro Îbrahîm Ehmed û polîtburoya YNK'ê ji bo Demîrtaş, malbata wî û hevrêyên wî min anîne. Em piştgiriya xebatên HDP'ê yên bi aştiyane û demokratîk yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û bi rêya diyalogê gihîştina çareseriyê dikin."
- Ji ber nebûna ceyranê ava vexwarinê ya Helebce tune ye
Pirsgirêka ava vexwarinê li Helebçe berdewam e. Sedema wê jî nebûna ceyrana giştî ye. Tevî ku proje ji bo çareserkirina pirsgirêka av û ceyranê hene jî lê, heya niha nekariye bibe bersiv ji pêwîstiyên Helebçe û Seyîdsadiq re.
Serokê Meclisa Rêxistinên Helebçe Menzer Elî diyar kir ku li gorî şopandine, ji piraniya taxên Helebçe re 3-4 rojan du saet av tê dayîn û got: “Dema dayîna avê jî ne diyar e û sedema vê jî wekî nebûna ceyranê tê nîşandan. Ji ber nebûna avê welatî di rewşeke zehf xirab de ne. Berê çavkaniyên avê yên nava taxan de hebûn û welatî jê sûd werdigirtin, bi xirabkirina sîstema ava taxan welatî nikarin wekî berê sûd jê bigirin. Nebûna ava vexwarinê, welatiyan bi zehmetiyan re rû bi rû dihêle.”
- Mala wî bû Mûzexaneya eserên kevnar ên Kurdistanê
Welatiyekî bajarokê Çemçemal a ser bi bajarê Silêmaniyê ji salên 50’yan ve ji bo parastina eserên kevnar ên Kurdistanê di nava hewldaneke mezin de bûye. Piştî çû ser dilovaniya xwe jî mal ji aliyê zarokên wî ve veguherandin muzexaneya eserên kevnare ên Kurdistanê.
Kerîm Axayê Hemewend hem Serokê eşîra Hemawend bû hem jî mirovekî rewşenbîr, xwendekar û welatperwer bû. Beşeke girîng a mala xwe ji bo eserên dîrokî veqetand û girîngî bi zanîna dîrokê dida.
Merwan Hemewend kurê Kerîm Axayê Hemewend ji ajansa me re axivî û got: “Bavê min ji salên 1957’an ve karê berhevkirina eserên dîrokî yên Kurdistanê dikir. Wê demê komeke lêkolîner û arkeolog dema hatin herêmê bavê min li gel wan çûbû gundê Çermû ku devereke dîrokî û qedîme, digihîje BZ. heya 700 hezar salî. Ji wê demê ve eleqeya bavê min ji vî karî re çêbû. Ji ber girîngiya vî karî dest bi berhevkirina van eseran kir.”
Ji ajansa Rojnewsê hatiye girtin