Hêza gotinê
Adar Jiyan
Hevalên hêja û bi rûmet,
Car heye, gotinek tenê dibe sedema gelek bûyerên mezin car heye gotinek tenê dibe sedema qewam û lêqewmînên bêhawe. Car heye gotinek tenê dibe, sedema gelek nexweþiyên jiyanê. Belê car heye jî gotinek tenê dibe sedema çareserkirina pirsgirêkên pir mezin.
Gotin heye, çêdike; gotin heye, jê dike. Gotin heye rêber e; gotin heye bêber e. Gotin heye çêker e; gotin heye, têk dihere. Gotin heye, þîrîn e; gotin heye jehrîn e. Gotin heye digirîne; gotin heye dikenîne. Gotin heye radike; gotin heye dadike…
Mirov bi saya gotinê digihîje armanca xwe. Mirov bi saya gotinê digihîje mexseda xwe. Mirov bi saya gotinê digihîje miradê xwe. Mirov bi saya gotinê, derdê xwe vedibêje. Mirov bi saya gotinê hevdû fêm dike. Mirov bi saya gotinê li hevdû dike. Mirov bi saya gotinê ji hevdû hez dike. Mirov ji ber gotinê ji hevdû dixeyide. Mirov ji ber gotinê ji hev diçe. Mirov ji ber gotinê pev diçe. Mirov ji ber gotinê þer dike. Mirov ji ber gotinê hevdû heram dike.
Têkilî bi gotinê dest pê dike. Têkilî bi gotinê berdewam dike. Têkilî bi gotinê bi dawî dibe.
Wekî ku hûn jî dizanin, mirov digel dil û mêjiyê xwe bi gotinên xwe biçûk û mezin dibe. Gotinên ku ji devê mirov der dibin, berdevkê dil û mêjiyê mirov in. Ew gotin hem dibin alavên ragihandinê yên erênî û hem jî yên neyînî.
Tu mirov nikare bêyî gotinê têkiliyê dayne. Gelek kesên ku bi zimanê hevdû nizanibin jî, bi dest û cestê (bedena) xwe, bi liv û tevgerên xwe pevre diaxivin (ango têkiliyê) datînin. Ew têkilî dibe zimanê wan ê ragihandinê. Belê tiþtê ku ragihandinê pêkan û hêsan dike axaftin e. Axaftin jî bi saya ziman pêkan dibe. Ziman ji gotinan û gotin jî ji peyvan hasil dibe.
Her peyvek wateyekê dide gotinê û her gotin jî li gorî bilêvkirin û bikaranîna xwe peyamekê dide. Peyv, di hundirê gotinê de çiqasî xweþ were bikaranîn, gotin ewqasî xweþ û watedar dibe. Gotin çiqasî xweþ û watedar be, bilêvkirin û bikaranîna gotinê jî ewqasî çêjdar û watedar e.
Vegotin û derbirîn bi saya gotinê pêkan dibe. Gotin, hevoka derbirîna hest û hizrên mirov e. Her ku mirov mezin dibe gotinên ku ji nav dev û lêvên wî/wê derdibin jî pê re mezin dibin. Her ku diçe peyvên ku nebihîstibe, dibihîse. Ji wan peyvan gotinên (hevokên) nû çêdike. Fêrî têgînên nû dibe. Ev têgîn, bi saya gotinê tên ravekirin. Ravekirina wan têgînan zimanê derbirînê xurt dike. Zimanê derbirînê jî axaftin, ragihandin û têgihîþtinê xurt û hêsan dike.
Her wekî din jî her ku mirov mezin dibe, peyv û têgînên nû tevli gotinên wî/wê dibin. Bi vî awayî gencîneya peyvên wî/wê xurtir dibe û pêdiviya ravekirina peyvên nû bi xwe re tîne...
Têkiliya mirov bi giþtî bi saya gotinê pêkan dibe. Derbirîna gotinê bi du awayan pêk tê:
Yek derbirîna devkî. Du, derbirîna nivîskî ye. Derbirîna devkî hin caran bi liv û tevger û bizavên mirov temam dibe. Derbirîna devkî têkiliya navbera mirovan a rojane hêsan dike. Derbirîna nivîskî jî gotinê nemir û mayînde dike. Têkiliya navbera mirovan berfirehtir dike
Mirov di jiyana xwe ya asayî de gelek peyvan dibihîse. Belê car heye hin peyv ji mirov re re xerîb (biyanî) tên Ango mirov dibe biyaniyên hin peyvan û pêdiviya wan peyvan bi ravekirin û þîrovekirinê heye. Ew, peyv/bêje jî hin caran bi serê xwe û hin caran jî bi saya gotinê wateyekê der dikin. Watedariya peyvê dibe sedema têgihîþtinê.
Têgihîþtina herî baþ jî dîsa bi saya gotinê mimkûn dibe. Gotina herî xweþ, gotina ku têgihîþtinê hêsan dike ye. Gotin çiqasî þahîk be, axaftin û vegotin jî ewqasî çêjdar û manîdar dibe. Axaftin û vegotina çêjdar û manîdar, têgihîþtinê hêsantir dike. Ew jî girêdayî edebkirina gotin û vegotinê ye. Edebkirina vegotinê, girêdayî þahîkkirin û þehkirina gotinê ye. Ji derbirîna gotin û vegotina ku têgihîþtinê cêjdar û manîdar dike re edebiyat (wêje) tê gotin. Edebiyat ji peyva edebê (yanî terbiyeyê) hatiye dariþtin.
Edebiyat (wêje), tenê ne watedarkirina gotin û vegotinê ye. Her wiha edebkirin û edebîkirina peyvê ye jî. Dema peyv tê edebkirin gotineke bi edeb lê dibe. Gotina bi edeb, peyameke erênî dide hiþ. Hiþ, dil hiþyar dike. Dil, hestiyar dibe. Hest difûre. Li ziman digere. Ziman, li bendî fermana hiþ e. Hiþ, fermanê dide ziman ku tiþtên xweþ derbibîre. Derbirîna xweþ, bi vegotina xweþ û vegotina xweþ jî, bi gotinên xweþ pêkan dibe. Gotinên xweþ, ji bêjeyên xweþ pêk tên. Bêjeyên xweþ jî wêjeyê dixemilînin.
Wêje edebkirin û edebîkirina ziman e. Edebkirin û edebîkirina ziman jî þerdekirin û þarezakirina mirov e. Þerdekirin û þarezakirina mirov, þerdekirin û þarezakirina civakê ye. Þerdekirin û þarezakirina civakê, edebkirin û þarezakirina mirovahiyê ye.
Zarokên þîrîn û delal,
Di jiyana mirov de gotin xwediyê roleke pir girîng e. Car heye gotinek ji atomekê bêtir hukim dike. Gotin bi saya wêjeyê, nemir û mayînde dibe û tê parastin. Gava ku behsa wêjeyê tê kirin, terbiyekirin tê bîra mirov. Terbiyekirin, pejikandina bêjeyên bêjî û terikandina gotinên bêedeb e. Ango watedarkirina gotinê ye.
Bêedebî ne peyvên çors (xeber, sixêf û dijûn) an ji gotina sar e... Bêedebî, bêwatekirina gotin û vegotinê ye. Bêwatekirin, bêteþeyiya gotinê; bêteþekirina gotinê, girnijandina vegotinê bi xwe re tîne.
Bi vegotineke kurt, gotin ji hizrên ku ji zêhna mirov der dibin pêk tê. Ji bo wê, ji bo ku tu kes bi gotinên mirov aciz nebe û neêþe, pêdivî bi gotinên nojdar, çêjdar û coþdar heye.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin