Amed
Li ser rêşa Erxenî qezayeke trafîkê çêbû Şaredar Akengîn birîndar bû, Haci Zulfi Altuncan jî wefat kir.
Wesayîta ku Şaredarê DTP'yî yê Navçeya Pîrana Amedê Abdullah Akengîn jî tê de bû, li ser rêya Erxenê qeza kir. Di qezayê de Haci Zulfu Altuncan jiyana xwe jidest da. Şaredar Akengîn jî di nav de 3 kes jî birîndar bûn.
Wesayîtek ku ji Pîranê diçû Erxenê, hêj ji navçeyê re 10 kîlometre mabû, qeza kir. Wesayît ji bo sersaxiyê diçû Erxenê. Şaredarê DTP'yî yê Pîranê Abdullah Akengîn jî di wesayîta ku ji ber mucûra li ser rê hatiye rêtin qelibî de bû. Di qezayê de endamê DTP'ê Haci Zulfu Altuncan (55) jiyana xwe jidest da. Bavê Akengîn Hasan Akengîn û Endamê Meclîsa Şaredariya Pîranê Şefîk Bîkan jî birîndar bûn. Akengîn ê birîndar bû, rakirin Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Hate hînbûn ku rewşa Akengîn giran nîne. Cenazeyê Haci Zulfu Altuncan li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Erxenê ye. Hate diyarkirin ku wê cenaze li Gundê Ugrak a girêdayî Pîranê bê definkirin. Şaredar û rêveberên DTP'yî ku xebera qezayê bihîstin, çûn nexweşxaneyê.