Stenbol
Piştî girtina rojnameya Ozgur Gundemê û bi ser de girtina wê gelek reaksiyon hatin dayîn. Vane ew reaksiyon:
Hevseroka DBP'ê Tuncel:
Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel: Piştî derbeyê êrîşê her kesê naşibe wan dikin. Îro jî bi ser Ozgur Gundemê de girtin û rojname girtin. Di şexsê Ozgur Gundemê de dixwazin çapemeniya muxalîf bêdeng bikin, ji ber ku ditirsin, bila bitirsin. Di rewşem wisa de yên bi ser bikevin dê gel bin, ji ber vê tiştê dikeve ser milê me bilindkirina têkoşînê ye."
TGS: Em li cem Ozgur Gundemê ne
Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Piştî ragihandina OHAL'ê (Rewşa Awarte) rojnameya Ozgur Gundemê 132'yemîn saziya çapemeniye ku tê girtin. Ozgun Gundem di dîroka weşana xwe de gelek caran hat astengkirin, hat şewitandin. Bi dehan rojnamegerên wê hatin kuştin. Herî dawî di 14'ê avrêla 1994'an de hat girtin û piştî 17 salan di 4'ê avrêla 2011'an de dîsa dest bi weşanê kir. 486 doz der barê weşanên wê de hatin vekirin û xebatkarên rojnameyê bi 147 salan cezayê hepsê hatin cezakirin.
AKP ku hewldana derbeyê kiriye firsend bi OHAL'ê berê xwe daye hemû weşanên muxalîf. Biryana girtina rojnameyê ya ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezaya Sulhê ve nîşan dide ku operasyon dê tenê ne bi FETO/PDY re bi sînor bin. Em wekî TGS piştî derbeyê me di her daxuyaniya xwe de eşkere kir ku AKP dê bi vê tenê nesekine, dê bike ku çapemeniyeke yek deng derxe holê."
TGS'ê got ku rêya bidawîkirina pevçûnan hê zêdetir azadî û demokrasiye û wisa got: "Em wekî TGS em li cem hemû weşanên mafên nûçegirtinê diparêzin in, em ligel rojnameyan in û emê bi Ozgur Gundemê re jî di piştgiriyê de bin." OGC: Çapemeniya azad bi paş ve gav navêje Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) daxuyaniyeke nivîskî weşand, girtina rojnameyê şermezar kir û got: "Em wekî OGC dizanin ku li hemberî çewsandinên wisa çapemeniya azad tu demê bi paş ve gav neavêtiye û ji niha û paşê jî dê bi paş ve gav neavêje. Em zordariya li hemberî Ozgur Gundemê şermezar dikin û diyar dikin ku em ligel Ozgur Gundenmê ne. Em bang li hemû xwendevanên rojnameyê dikin ku wedî li Ozgur Gundemê derkevin û bibin dengê Ozgur Gundemê.
Gerînendeyê ÎMC TV Burç: Bila rojnamegeran berdin
Gerînendeyê Weşanê yê ÎMC TV Eyup Burç bi serdegirtina O.Gundemê ji bo kanala xwe nirxand û got: "Ger li welatek mîtîngên demokrasiyê çêdibin sensur hebe tê wê wateyê ku em qala demokrasiyek din dikin. Mixabin derbeyek bûye sedema derketina holê ya derbeyek din. Li cihê ku çapemenî azad be demokrasî heye. Bila dawî li çewsandina ser çapemeniyê bînin û rojnamegeran berdin."
Li ber avahiyê daxuyanî hat dayîn
Di vê navberê de piştî girtinê li ber avahiya rojnameyê rojnamegerên muxalif û hin endamên saziyên sivîl hatin ba hev û daxuyanî xwendin.
**
Nûçeya eleqedar:
- Xebatkarên Ozgur Gundemê hatin binçavkirin