Stenbol
Pêşî biryara girtina rojnameya Ozgur Gundemê hat dayîn û dûre polîsan bi ser avahiya wan de girt (Saet li dor 17'an). Piştî lêgerînê gelek xebatkarên Ozgur Gundemê hatin binçavkirin.
Saet li dor 18'an: Serokê DÎSK BASIN ÎŞ'ê Faruk Eren ku li ber avahiya rojnameyê bû got ku hin rojnameger ji aliyê piştê ve hatine kelebçekirin. Kesên hatine binçavkirin ev in: Xebatkarên O.Gundemê: Gunay Aksoy, Kemal Bozkurt, Reyhan Hacioglu, Onder Elaldi, Ender Ondeş, Sinan Balik, Davut Uçar, Firat Yeşilçinar, Înan Kizilkaya, Zekî Erdem, Elîf Aydogmuş, Bilir (Zana) Kaya, Ersin Çaksu, Sevdiye Gurbul, Amine Demirkiran, Bayram Balci, Burcu Ozkaya, Dogan Guzel... Nûçegîhanê DÎHA'yê: Mesut Karnak, Ozgur Paksoy. Xebatkarên ÎMC'ê: Nûçegîhan Gulfem Karataş û kameraman Gokhan Çetin.
Piştî bi dawîbûna lêgerînê polîsan hin xebatkarên rojnameyê girtin bin çavan. Li gor agahiya li ber destên me ji xebatkarên Ozgur Gundemê 11 kes hatine binçavkirin.
Xebatkarê Odeya Tabîban: Yilmaz Bozkurt,
Xwediyê Weşanên Do: Huseyîn Gunduz
Piştî nîvro, saet li dor 17'an: Parêzer Sînan Zîncîr got ku tu biryara lêgerînê nîşanî wan nedane û lêgerîna ku dikin ne hiqûqî ye. ÎMC TV ku li ser biryara girtina rojnameyê çûbû avahiya rojnameyê û bi awayekî zindî weşan dikir rastî êrîşê hatin. Di weşana zindî de polîsan êrîşê nûçegihan Gulfem Karataş û kameramanê ÎMC TV kir.
Polîsan bi ser avahiya rojnameyê ya li Taksîma Stenbolê de girt û li nav avahiyê lêgerîn pêk anî, hin heqaret li xebatkaran kir.
Nîvro:
Bûyerê wisa dest pê kir: Li dor nîvro xeber hat: 8'emîn Dadgeha Sulh Cezayê ya Stenbolê rojnameya Ozgur Gundemê bi îdîaya "Propagandaya PKK'ê kiriye" hat girtin.
Dadgehê di biryara xwe de wisa got: "Rojnameya bi navê Ozgur Gundem propagandaya rêxistina terorê PKK'ê kiriye û wekî organa rêxistina terorê ya bi çekdar tevgeriyaye, ji bo vê bi xalên 302/1, 314/2, 220/1,2,8 bi madeyên 7/2 ya hejmara 3713'yan lêpirsîn hatiye dest pê kirin, rojnameya navborî li gor paragrafa dawî ya xala 28'an a Zagona Bingehîn ya Komara Tirkiyeyê ji bo demkî rojname hatiye girtin."
Heta niha gelek rojnameyên kurdan hatin girtin. Ozgur Gundem yekem car di 30'ê gulana 1992'yan de hatibû derxistin, di 14'ê avrêla 1994'an de hatibû girtin. Bi girtina wê de Yenîden Ozgur Gundem, Polîtîka, Yedîncî Gundem, Demokrasî û bi gelek navên din kurdan li Tirkiyeyê bi tirkî rojname derxistin. Piştî girtina rojnameyên din ev Ozgur Gundema ku niha hat girtin di 4'ê avrêla 2011'an de dest bi weşanê kir. Rojname îro bi sernava "Hodrî Meydan" derketibû di nûçeyê de cih dabû gotinên Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş ên ku duh li Amedê li ser meseleya "kayyum"ê axivîbû.
Niha rojname hat girtin. Sibê dê nikaribe derkeve û di biryara girtinê de nehatiye gotin ji bo çend rojan hatiye girtin.
Dadgehê îro biryara girtinê daye lê ev biryar hê ranegihandiye rayedarên rojnameyê. Li bendê ne ku saetên pêş de ev biryar bigihîje ber destê wan.


