Esnafê got 'Ev der Kurdistan e' hat binçavkirin (Hat berdan)
Diyarname
Seroka Giþtî ya ÎYÎ PartÎ Meral Akþener du roj berê çû Sêrtê. Di gera xwe ya li Sêrtê de li Misircê jî çû serdana esnafan. Li dikanek esnafê bi navê Cemil Taþkesen ji Akþener re got, "Zimanê me tê înkarkirin, nasnameyê me tê înkarkirin. Em dijî vê yekê ne. Ev cihê hûn lê ne Kurdistan e lê mixabin li Meclisê Kurdistan tê înkarkirin." Vîdyoya vê axaftina ligel Akþener li nav tora civakî gelek belav bû. Û vê serê sibê polîs çûn Cemil Taþkesen girtin bin çavan.
Dozgerê Komarê bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" der barê wî de lêpirsîn da dest pê kirin û polîsan vê sibê ew girtin birin emniyeta.
**
Cemil Taþkesen heta êvarê di bin çavan de bû û êvarê hat berdan. Taþkesen dema berdanê de got ku heman pirs jê hatine kirin û wî gotina xwe dubare kiriye.
(Ev not êvarê li nûçeyê hat zêdekirin)