Diyarname
Midûriyeta Bajêr a Spor û Xizmetên Ciwanan a Amedê ji bo ku stadê nede tîmên Amed Spor û Diyarbekir Sporê her tiştî dike. Hatina pano û locayên vîpê, kantîn û bikaranîna otoparkê ji dest van her du tîman girtine û dane kompaniyên din. Li aliyê din midûriyeta ligel kirêya bilind a stadê, bi ser de jî sazkirina çîma (giyayê sehayê) sehayê, lêçûyînên elektrîkê jî davêje ser her du klûban ku ger stadê bikar bînin. Ev yek derbeyeke mezin e ji bo tîmên sporê yên bajêr. Li hemberî vê yekê rêveber û alîgirên Amed Spor, Diyarbekir Sporê, ligel gelek saziyên sivîl ku piştgirî didin van her du tîmên Amedê li Deriyê Çiyê (bi navê xwe yê nû Qada Şêx Seîd) hatin ba hev.
Alîgirên tîman formayên tîmên xwe li xwe kirin û pankartên wekî “Di sporê de edelat*, *Stad malên gel in”, ”Tesîs ên klûbên fûtbolê ne” vekirin. Li ser navê komên alîgir ên tîman Xebat Demîr axivî, qala meseleyê kir û got ku divê ev der bidin bin destên klûban ku ew bikar bînin û ger nedin, divê alîgirên tîman bikaranîna van deran boykot bikin.
Demir got ku ew dixwazin ev mesele çareser bibe û li hemberî vê neheqiyê ewê bitêkoşin.
Dûre Serokê Diyarbekir Sporê Turan Îlgîn axivî û got ku divê pirsgirêk çareser bibe, ger çareser nebe carek din ew dê mîtîngek mezin çêbikin.
Serokê Amed Sporê Selahattin Yildirim jî axivî diyar kir ku klûbên amator û profesyonel ên Amedê bi hezar zehmetiyan dikin li ser lingan bimînin û got ku ew dixwazin pirsgirêk çareser bibe.
Serokê Federasyona Klûbên Amator ên Amedê Remzi Dayan jî bal kişand ser zagona şaredariyan ku sedî 7 parê dide sporê û got ku ew dixwazin ji vê sûde bigirin.