Diyarname
Hikumeta AKP'ê pêşnûmaya zagonek nû şandin Meclisê û di vê de dixwaze Culemêrg û Şirnex ji bajarîbûnê daxin bikin navçe, ji dêvla wan Cizîr û Geverê bikin bajêr.
Hikumet ev nêzî salek bû li ser vê projeyê dixebitî û niha dixwaze vê projeyê bixe jiyanê. Di nav vê salê de Cizîr û Gever hatin xirakirin, her wiha beşek mezin a Şirnexê jî. Û niha ji ber Rewşa Awarte jî hikumet her tiştê dixwaze bike bi lezgînî dest diavêje kê. Li cem dewleta Tirkiyeyê navê Culemêrgê ê fermî "Hakkari" yê Şirnexê jî "Şirnak" e û di pêşnûmaya hatiye amadekirin de dibêje Hakkarî dê bibe navçe û navê wê jî bikin "Çolemerîk", Şirnak jî bikin navçe û navê wê bikin "Nuh". Cizîr û Gever ku bi temamî hatine xirakirin jî dê bikin bajêr. Di rojên pêş me de li Meclisa Tirkiyeyê li ser pêşnûmaya hatiye pêşkêş kirin dê nîqaş bê kirin û encamek bê girtin.
Kurd naxwazin bajarîbûna her du bajaran biguhere û ji bo vê yekê dê di nav hewldanê de bin.


