7 fîlmên vê hefteyê
Diyarname
Vê hefteyê didu ji Tirkiyeyê 5 jê ji derveyî Tirkiyeyê 7 fîlm ketin vîzyonê. Fîlmê Derhêner Ganî Ruzgar Þavata û Hakan Gurtop ku li ser hunermend Ahmet Kaya bi navê "Ýki Gozum Ahmet" kiþandibû jî ket vîzyonê. Malbata Kaya dijî fîlm derketibû û gotibû ku bê destûr hatiye kiþandin.
Fîlmê din ê ji Tirkiyeyê jî fîlmê derhêner Seyîd Çolak e. Fîlmê ku pêþ li 41'emîn Festîvala Fîlman a Moskovayê hat nîþandayîn, li Tirkiyeyê jî li Festîvala Meletî hat nîþandayîn li hin cihan bi xelat vegeriya û niha di vîzyonê de ye.
Ji fîlmên biyanî "Pînokyo" derdikeve pêþ. Fîlmê derhêner Matteo Garrone bi lîstikvaniya Roberto Benigni, Federico Ielapi, Rocco Papaleo û Marine Vacth derket pêþberî sînemahezan.
Kûklaya darîn Pînokyo ji destê merengozê dilrehm Geppetto derketiye û meraqa wî li ser dinyaya derve ye. Rojek direve û dixwaze wekî mirovan zindî bibe. Periyek ku rastî Pînokyo tê dibêje ji bo ev daxwaza te bê cih divê tu di ezmûneke dilpola de bi ser bikevî. Pînokyo dê bikeve nav jiyaneke nû, dostên nû bibîne û maceraya wî ya bi surprîz dest pê bike.
Ev in hemû fîlmên ku vê hefteyê ketine vîzyonê:
- Patients o a Saint / Derhêner Russell Owen
- Double Trouble and The Magical Mirror / Derhêner Marcus H. Rosenmuller
- Pinokyo / Derhêner Matteo Garrone
- Freaky / Derhêner Chirstopher Landon
- Follow Me / Derhêner Will Wernick
- Kapan / Derhêner Seyid Çolak
- Ýki Gozum Ahmet / Derhêner Ganî Ruzgar Þavata, Hakan Gurtop