Diyarname
Rêveberê DBP'ya Şirnexê Hurşît Kulter ku ev 43 roj in hatiye binçavkirin û hê jî nayê zanîn li ku derê ye. Niha ji bo wî kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin. Di kampanyayê de wisa hatiye gotin: "Bi awayekî ku tu şik û guman nemînin em li bendê ne Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê eşkere bike û em dipirsin: Hurşît Kulter li ku ye?"
Kulter roja 27'ê gulana 2016'an hatiye binçavkirin û ji wê rojê de kes nizane li ku ye. DÎHA'yê nûçe çêkiribû ku hin şahidan gotiye leşkeran ew girtiye bin çavan.
Wezîrê Parastina Neteweyî yê Tirkiyeyê Fîkrî Işik çend rojên berê daxuyandibû ku mufetîşek hatiye peywirdarkirin ku li ser meseleyê lêkolîn bike. Lê hê tu encam nehtiye eşkerekirin.
Ji bo Kulter bê dîtin li ser Change.orgê kampanyaya berhevkirina îmzeyan hat dest pê kirin. Îmzeyên bên berhevkirin dê bigihînin Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê.
Kesên ku bixwazin îmzeyê bidin, lînk ev e: