Diyarname
Di Maçên Koman ên Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê de maçên duyemîn têne lîstin. Di vê çarçoveyê de Amed Spor li sehaya xwe ligel Fenerbahçeyê bi hev re dilîzin.
Amed Spor di Koma C de ye û reqîbên wê Fenerbahçe, Gençlerbirligi û Menemen in. Amed Sporê di maça yekemîn de (30'ê sermawezê) li Menemenê 2-1 têk çûbû. Niha ew maça xwe ya duyemîn li Amedê ligel Fenerbahçeyê dilîze. Fenerbahçe jî di maça yekemîn de li hemberî Gençlerbirlgili 2-1 têk çûbû. Niha Gençlerbirligi û Menemen ku her du 3 pûanên wan hene dê bi hev re bilîzin. Û Amed Spor û Fenerbahçe ku yê her duyan jî pûanên wan nîn in dê bi hev re bilîzin.
Maç li gor saeta Tirkiyeyê roja pêncşemî saet 14.15'an de li Stada Şilbeya Amedê tê lîstin û Kanala A2 maçê zindî diweşîne.
Amed Spor ku ev sal û nîv bû teknîk dîrektorê wê Sertaç Kuçukbayrak bû, di destpêka vê hefteyê de Kuçukbayrak îstîfa kir û tîm niha bê teknîk dîrektor e.