Amed
Danişîna doza şaredaran a bi ji bo nameya piştgiriya Roj TV'yê hatibû vekirin, bi ceza encam bû.
Dahgehê, biryara beraeta Nusret Aras, Hakan Karatekîn û Fahrettîn Arslan da, ji bo 53 şaredaran jî li gorî Xala 215'an a TCK'ê 2 meh û 15 roj cezaya hepsê li şaredaran birî. Ceza qulibandin hezar 875 YTL'yî. Şaredarê Bajarê yê Amedê Osman Baydemîr ku li ser navê şaredaran parastin kir, girtina televîzyonên bi kurdî weşan kirin bi bîrxist û wiha got: "Diyar e ku bi girtina televîzyonan pirsgirêk çareser nabe. Çareserî li Stenbol, Enqere û Amedê vekirina televîzyonên bi kurdî ye."
Danişîna doza şaredaran a bi boneya nameya piştgiriya Roj TV'yê ya ji Serokdewletê Danimarkayê Anders Fogh Rasmussen re hatiye şandin der barê 53 jê DTP'yî bi tevahî 56 şaredaran de hatibû vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dom kir. Di danişîna ku 49 şaredar beşdar bûn de 25 parêzeran parastin kir. Ji ber biçûkbûna salona 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê, serokê dadgehê danişîn hilda 6'emîn Dadgeha Cezaya giran. Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna, parlementerên DTP'ê Sabahat Tuncel û Kultan Kişanak, endama Parlementoya Ewropayê Feleknas Uca, heyeta ji Ewropayê hatî, nûnerên sendîqa, rêxistinên mafên mirovan, nivîskar, hunermend û rewşenbîr di nav de bi sedan kes beşdar bûn.
'Em nêrînên gel tînin ziman'
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ku parastina hevpar kir, diyar kir ku ew xwedî li 405 gotinên di nameya xwe ya meşûr de dubare dikin û li pişt van gotinan in. Baydemîr wiha axivî: "Dema naveroka nameya me şandî bê lêkolînkirin, dê bê dîtin ku ji bo civakek demokratîk û azad, azadiya çapemeniyê, nêrînên muhalîf û xweşbîniyê daxwaz hatine rêzkirin. Me di nameyê de balkişandiye ser mafên çandî û demokratîk. Me nêrînên xwe beyan kirine lê niha nêrînên me tên darizandin, ev tiştek trajîk e. Ji ber nameyek tu sûc têde nîn e em tên darizandin. Ev tê çi wateyê? Mirov dikare vê yekê bi kîjan nêrîn û gotinên hiqûqê îzah bike? Şaredarên ku ji hêla gel ve hatine hilbijartin mecbûr in nêrînên gel bînin ziman. Li Tirkiyeyê bi sedan televîzyonên bi tirkî weşanê dikin hene. Lê televîzyona tenê ya ji bo gelê wekî bira tê bi navkirin weşanê dike, tê xwestin bêdeng bibe. Li hemberî feraseta mafê zarokên me yên temaşekirina fîlmên karton a bi zimanê xwe ji destê wan digire, têkoşîn wezîfeya dayik û bavîtiyê ye."
Yên dewletê bi rê ve dibin li şûna hewildanên girtina Roj TV'yê bila enerjiya xwe ji bo televîzyonên wiha li Tirkiyeyê vebin xecr bikin. Baydemîr diyar kir ku heta hikumet û rayedar der barê şaredar û siyasetmedaran de giliyê dikin bila televîzyonek li Dîlok, Amed û Qersê weşanê dike vekin. Baydemîr wiha berdewam kir:"Gelek caran tê gotin ku em bi beyanên xwe bi gotinên Erdogan re dikevin nav nakokiyê. Hewce jî nîn e em gotinên Serokwezîr dubare bikin. Em dê mijarên di civakê de kêm dimînin bînin ziman."
'Divê li vir televîzyona bi kurdî hebe'
Baydemîr, bibîr xist ku televîzyonên kurdî yên berî Roj TV li derveyî welat weşand dikir jî hatine girtin û wiha dom kir: "Xuya dike ku bi girtina televîzyonan pirsgirêk nayê çareserkirin. Berevajî vê yekê, li ser vê axa qedîm a em li ser dijîn, hilberîna weşanên bi zimanê kurdî yên bêyî qedexe û sînorkirin û temaşekirina wan, riya çareseriya pirsgirêkan e. Çareserî di serbestiya weşana televîzyonên dixwazin li Amed, Stenbol û Enqereyê bi kurdî û tirkî weşanê bikin de derbas dibe.
Baydemîr, got ku cezaya li hilberîn û akitivîteyên mirovan ên herî aştiyane û civakî, darbeya herî giran a li nirxên demokratîk e û got divê qedexeyên li ser radyo û televîzyonan bêne rakirin. Baydemîr got: "Daxwazên me yên herî demokratîk jî, wekî 'teror' tên binavkirin, daxwazên me yên demokratîk û aştiyane û aktivîteyên me bi biryarên siyasî rastî pêvajoyên hiqûqî tên. Ev yek nexweşiya di navbera welatiyên kurd û dewletê de kûrtir dike. Divê ev têkiliya baweriyê ji nû ve bê sazkirin.
'Roj TV li welatê ku endamê Konseya Ewropayê, AGÎT û NATO'ye weşanê dike'
Piştre parêzeran parasnameya berfireh kir. Serokê Baroya Amedê parêzer Sezgîn Tanrikulu, diyar kir ku meqama îdîayê 6 îdîa wekî delîl nîşan dane û pirsa, "Ji bilî çavdêriya ku dibêje ROJ TV, berdewama MED TV û MEDYA TV ye, delîlek din ê hiqûqî heye?" kir.
Tanrikulu, bal kişand ku ROJ TV li welatek endamê Konseya Ewropa, AGÎT û NATO'yê ku têkiliyên dîplomatîk ên Tirkiyeyê pê re hene weşanê dike û wiha dom kir: "Bi sererastkirinek zagonî, weşana ROJ TV hatiye qedexekirin? Temaşekirina vê weşanê bi zagonekê hatiye qedexekirin?"
Parêzer Muharrem Erbey jî, got divê azadiya raman û îfadeyê bi awayekî berfireh bên şîrovekirin û diyar kir ku divê muwekîlên wan ji ber nameyê neyên cezakirin. Erbey got ku doz re hiqûqî ye, siyasî ye û xwest ku der barê hemû şaredaran de biryara beraetê bê dayîn.
Cezaya hepsê qulibandina cezaya pereyan
Piştî parastina parêzeran, heyeta dadgehê nêzî saetekê navber da danişînê. Heyetê piştî navberê, ji şaredaran der barê Nusret Aras, Hasan Karakaya û Fahrettîn Astan de biryara beraetê da û der barê 53 şaredarên din de jî li gorî xala 215'an a TCK'ê bi îdîaya 'pesindayîna sûc û sûcdar' 3 meh cezayê girtîgehê da. Heyetê helwesta bersûcan a di danîşînê de li ber çavan girt û ceza daxist 2 meh 15 rojan û ev ceza jî ji bo her kesî veguheran 1875 YTL cezayê pereyî.
Ji 56 şaredaran 53 ji wan DTP'î ne û di nava wan de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Şaredarê Batmanê Huseyîn Kalkan, Şaredarê Şirnexê Ahmet Ertak, Şaredara Dêrsimê Songul Erol Abdîl û Şaredarê Culemêrgê yê berê Metîn Tekçe jî heye. Li hemberî hewldanên Tirkiyeyê ya ji bo girina ROJ TV'yê, şaredaran di meha sermaweza 2005'an de ji Serowezîrê Danîmarkayê Anders Fogh Rasmussen re name şandibûn û xwestibû ku ROJ TV neyê girtin. Li ser vê yekê der barê şaredaran de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê li gorî xala 314/3 a TCK'ê bi îdîaya 'bi zanebûn û daxwaza xwe alîkariya rêxistina derzagoni kiriye' bi daxwaza heta 15 salan cezeyê girtinê, doz hatibû vekirin.
DÎHA - Diyarname