Komara Çek navê xwe guhart!
Diyarname
Komara Çek di meha avrêla îsal de pêþnûmayek amade kiribû ku navê xwe biguherîne û niha ew pêþnûma bû fermî. Êdî navê welat ÇEKYA ye.
Rêveberiya Komara Çek versiyona navê xwe yê nê yê bi zimanê îngilîz, fransiz, alman, rus, ereb û çînî ragihand Neteweyên Yekbûyî. Berdevka Wezareta Karên Derve Michaela Lagronova got ku ewê mecbûriyeta bikaranîna navê nû di cih de neynin û di civînên navneteweyî de hema niha bikar neynin. Berdevk got ku peyva ÇEKYA bi erebî, çînî, îngilîzî, spanyolî, fransizî û rusî bi heman þiklî tê gotin, ev yek jî ji aliyê nasnameya neteweyî ve tiþtek bi fêde ye.
Ev demek bû li ser navê neteweyî li Komara Çek nîqaþ hebû. Hinek siyasetmedaran dixwest çekya, hinekan dixwest çekistan bê bikaranîn. Serokdewletê Komara Çek Milos Zeman ev demek e di axaftinên xwe yên bi îngilîzî de peyva Çekya bikar dianî.
Berê Çekoslovakya bû
Berê navê welat Çekoslovakya bû û di navbera 16 sermawes-29 berfanbara 1989'ar de bûyer derketin ku navê 'Þoreþa Qedife' li van bûyeran hatibûn kirin. Di encamê de dawî li rêveberiya komunîst anînb Paþê tevlihevî dom kir, ji 1'ê rêbendana 1993'yan ve 'Çekoslovakya" bû du parçe ku beþek bû "Komara Çek", beþa din bû "Slovakya". Niha ev Komara Çek nav guhart û kir ÇEKYA.